Murat Karayilan: Tevî êrişên giran derfetên mezin hene

Hewlêr (Rûdaw) - Murat Karayilan ragihand ku Kurd xwedî gelek derfetên dîplomatîk, siyasî û serbazî ne û got, “Eger em dîroka xwe ya heyî dubare bikin, nifşên piştî me dê tuf li gora me bikin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan ji ajanseke nêzikî PKKê re axivî û dawîn pêşhatên li Kurdistanê, navçe û cîhanê rû didin nirxandin.

Murat Karayilan amaje bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û nerazîbûna hemû aliyên Kurdî kir û got ku ew ‘riha ku li dor berxwedana Rojava geş bû’ bingeheke xurt afireandiye û diyar kir ku Kurdan dem nîne ku winda bike û divê Kurd di zûtirîn dem de yekrêziya xwe pêk bînin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê, dagîrkeriya li ser Kurdistanê vegerand bo nebûna yekrêziya Kurdan û got, “Gelê Kurd tevî ku gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn e; tevî ku xwedî dîrokeke kr û dewlemend e, tevî ku civakîbûn û çanda xwe heye; tevî ku navenda şoreşa neolîtîkê ye, hîn jî dagirkirî ye, talankirî ye. Tirk beriya niha bi hezar salî hatin herêmê, lê belê tevî vê yekê jî xwe li herêmê kirin serdest” û ragihand, “Ji ber ku Kurdan yekîtiya xwe ya netewî pêk neanîne, di vê rewşê de ne.”

Karayilan herwiha amaje bi kêmderfetiya Kurdan a di heyamên derbasbûyî de kir û got ku lê niha Kurd di pêşveçûnekê de ne û xwedî hişmendiyeke bihêz in û got ku divê Kurd dîroka xwe dubare nekin û ragihand, “Ev ne meseleya partiyekê ye yan jî mijara berjewendiyên partiyekê ne. Ev yek meseleyeke mezin a neteweyî ye. Dibe ku kêmasiyên me hebin, dikarin bên û ji me re bêjin. Lê belê em dixwazin ku siyasetmedarên Kurd, em hemû li pêşberî dîrokê serê me bi hev re bilind be. Bila serê me û eniya me bilind be. Meseleya me ya esasî ev e."

Murat Karayilan herwiha diyar kiriye ku tevî êrişên giran ên li ser Kurdan, lê derfetên mezin jî bo Kurdan peyda bûne di nav civaka navdewletî de û gotiye, “Eger em Kurd li ser bingeha stratejiyeke hevpar li hev kom bibin û bibin yek, wê demê dijminên me çiqas hewl bidin jî wê nikaribin encamê werbigirin. Destwerdanên Tirkiyê wê bi ser nekevin.”

Karayilan diyar kiriye, “Li meydana şer ti kes nikare mîna Kurdan leheng û şervan be. Lê belê ev têrê nake. Divê li her qadê divê em mîna gur bin. Pêwîstiya me Kurdan bi vê heye.” Endamê Komîteya Rêveber a PKKê herwiha bang li rewşenbîrên Kurd kir û got, “Bi beşdariya rewşenbîrên ji her çar parçeyên Kurdistanê dikarin yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin.”