Dikandar ji bo Roboskî neçûn ser kar

28-12-2013
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Ji bo 2yemîn salvegera komkujiya Roboskî, îro esnaf û dikandarên gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê neçûn ser kar û ketin bêdengiyê.

Li gor nûçeya ajansa DÎHAyê, li Şirnex û navçeyên wê yên wek Cizîr, Sîlopî û Hezex û herwiha li navçeyên Nisêbîn, Qoser û Dêrikê yên Mêrdînê jî hemwelatî neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin.

Herwiha li Wan û navçeyên Wanê, li Colemêrg û navçeyên Colemêrgê, Agirî û navçeyên Agiriyê û gelek navendên din jî hemwelatiyan dikanên xwe venekirin.

Şeva 28ê Kanûna 2011an, balafirên şerî yên Tirkiyê êrîşî komek gundiyên gundê Robsokî yê Qilabana Şirnexê kirin û di encamê de 34 gundî mirin.

Duh jî li gelek deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê meş û çalakiyên mezin ji bo şermezarkirina bûyerê hatin lidarxistin.

Di duyemîn salvegera komkujiya Roboskî de li zanîngehên Amed, Antalya, Kocaelî, Sêrt, Îzmîr û Semsûrê, Mêrdîn, Wan, Colemêrg, Muglayê bi hezaran xwendekar li hev kom bûn û bi çalakiyên girseyî komkujî şermezar kirin.

Xwendekarên Lîseya Pîşeyî û Enstîtuya Kiptaşê ya Rezan a Amedê xwestin çalakiyê pêk bînin û rastî mudaxaleya polîsan hatin. Xwendekaran darbest danîn ser milê xwe û komkujî şermezar kirin.











 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst