Li gundekî Mûşî nexweşxane heye lê bijîşk nînin

28-12-2013
A+ A-

Mûş (Rûdaw-DÎHA)- Li Gundê Bostankent yê Mûşê ku 2 hezar û 500 kes tê de dijîn, berî salekê Navenda Tenduristiyê ya Malbatan ku biryare 7 gund jê sûd bigirin hate avakirin, lê li gel navend hat avakirin bijîşk neşandin wir.

Rêveberê Navenda Tenduristiyê ya Mûşê jî di nav de, hemwelatiyan ji gelek saziyan bijîşik xwestin, lê ew diyarkirin ku saziyên wan serlêdan kirine li hemberî vê daxwazê baldar nebûne.

Li gundê bê bijîşk meha derbasbûyî jinek jidayikbû lê ji ber pêre negihiştin bibin nexweşxanê zaroka wê mir.

Gundê Bostankent ku 60 kîlomitiran dûrî navendê ye di heman demê de xwediyê 300 xaneyane pirsgirêka av û elektrîkê ligel ya tenduristiyê dijîn.

Hemwelatiyan dan zanîn ku 7 gundên ku li nêzî gundê Bostankent ê ne û li benda navenda tenduristiyê ya li Bostankentê ne, lê li wir tenê avahiyek vale heye.

“Hevsera min di rê de welidî û zaroka min mir”

700 xwendekarên ku li gundê Bostankent dibistana seretayî û navîn dixwînin bi nexweşiya enfekisyonê ketine û 250 xwendekar nikarin biçin dibistanê, hemwelatiyan jî banga bila herkes karê xwe bikin, kirin.

Di bêdengiya gund de hemwelatiyê bi navê Alî Riza Tekîn diyar kir ku 5 zarokên wî nexweşin.

Tekîn da zanîn ku 7 gundên nêzî gundê wan girêdayî Navenda Tenduristiya Malbatane, lê ji ber nebûna bijîşkan kes sûdê jê nagirin û wiha got: “Ji ber nebûna bijîşkan meha derbasbûyî hevjîna min welidî û di rê de zroka min mir. Wijdanên wan çawan vê dipejirînin”.

“Heger bijîşkan naşînin çima çêkirin?”

Hemwelatiyê bi navê Kasim Elgun jî diyar kir ku bijîşkan şertên jiyana herêmê ne girtine ber çavan lewra naxwazin li gundê Bostankent ê peywirê bigirin û wiha axifî: “Heger bijîşkan naşînin çima Navenda Tenduristiyê ya ku ji 3ê qatan pêk tê çêkirin?”.

Elgun diyar kir ku zarokên wan tev nexweşin û li benda baldarbûnê ne.

“Nexweşên me di rê de dimirin”

Ayşe Elgun bi gotina “nexweşên me di rê de dimirin” despêkir, li hemberî nebûna bijîşkan nerazîbûna xwe anî ziman û got: “Bijîşk nîne em hemû nexweşin. Ji ber rê girtî ne em nikarin biçin bijîşkan. Nexweşên me di rê de dimirin. Bila êdî çareyekê ji vê re bibînin”.

“Bijîşkan naxwazin”

Hemwelatiyan girêdayî mijarê serî li Rêveberiya Tenduristiyê ya Navenda Mûşê dan, berpirsê ku nexwest navê xwe bide diyarkirin got ku ew bijîşkan li gorî daxwaza wan dişînin Navenda Tenduristiyê ya Malbatan, heger bijîşk nexwazin ew nikarin bişînin,

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst