Tirkiyeyê bi dronê êriş kir: Şervanekî canê xwe ji dest da

28-11-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Êrişên Dronî HSD Eyn Îsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Eyn Îsayê yê Rojavayê Kurdistanê di êrişeke dronî ya Tirkiyeyê de şervanekî HSDyî canê xwe ji dest da.

Di van demên dawî de firînên dronên Tirkiyeyê li herêmên Rojavayê Kurdistanê zêde bûne.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), droneke Tirkiyeyê li gundê Dibisê yê Eyn Îsayê şervanekî HSDyê yê li ser motorsîkletî bombebaran kir.

SOHRê da zanîn ku di encama bombebaranê de şervanê ku ji gundê Tirkmakê yê Kobaniyê ye canê xwe ji dest daye.

Heta niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)  li ser mijarê ti daxuyanî belav nekiriye.

Artêşa Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê ji destpêka 2024an 188an êrişên dronî pêk anîne.

Di encama wan êrişan de 38 kesan canê xwe ji dest daye û 44 şerva û 71 sivîl jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst