Riha - Zarokê ku mînîbus lê qelibî mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê zarokê ku mînîbus lê qelibî mir.
Li taxa Ataturkê ya Wêranşarê zarokê bi navê Onur Şeren ê 4 salî dema li ber deriyê malê dileyîst û xwest derbasî aliyên ê rê bibe mînîbus lê qelibî.
Niştecihên taxê Onur Şerenê ku bi giranî birîndar bû bir Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.
Li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyên bijîşkî Şeren canê xwe ji dest da.