Zema pasaport û ehliyetê eşkere bû

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xerciyên pasaport, bac, ehliyet û cezayên trafîkê ji ji sedî 43,93 tên zêdekirin

Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyeyê rêjeya enflasyona hilberînê ya ji sedî 43,93 a 12 mehan ku meha Çiriya Pêşîn a 2024ê ragihandibû, wekî Rêjeya Nirxandina ji Nûve di Rojnameya Fermî de ragihand.

Di serî de pasaport, xizmetên ku ji aliyê dewletê ve tên kirin û bac û cezayên tên wergirtin li gorî Rêjeya Nirxandina ji Nûve tên zêdekirin ku ew jî wekî ji sedî 43,93 biha bûn.

Li gorî bihayên nû ji 1ê Kanûna Paşîn a 2025ê ve xerciya pasaporta 6 mehî ji hezar û 639 lîreyan dibe 2 hezar û 351 lîre (68 dolar), pasaporta salekê ji 2 hezar û 397 lîreyan dibe 3 hezar û 439 lîre (100 dolar), pasaporta 2 salan ji 3 hezar û 923 lîreyan dibe 5 hezar û 644 lîre (163 dolar), pasaporta 3 salan ji 5 hezar û 558 lîreyan dibe 8 hezar û 12 lîre (231 dolar) û pasaporta 10 salan ji 7 hezar û 833 lîreyan dibe 11 hezar û 281 lîre (325 dolar).

Bihayê deftera pasaportê jî ji 790 lîreyan dibe hezar û 137 lîre.