Li Mereşê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksunê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,1 pileyan erdhejek çêbû.

Li Bakurê Kurdistanê piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê erdhejên paşekî berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Goksunê ya parêzgeha Mereşê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 10:12yê çêbûye û hêza wê 4,1 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,1 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.