‘Ji ber xeletiya qaçaxçiyan hevjîn û keça min xeniqîn’
Hewlêr (Rûdaw) - Li Yunanistanê piştî ku keştiyeke koçberan bin av bû jineke Kurd û zaroka wê xeniqîn.
Hevjîna wê jinê ku di heman demê de rêwiyê wê keştiyê bû ji Rûdawê re got, “Ji ber xeletiya qaçaxçiyan hevjîn û zaroka min xeniqîn.”
Welatiyê bi navê Kawêz Sedullahê ji navçeya Çemçemalê Silêmaniyê yek ji wan rêwiyan bû ku di keştiyê de bû.
Zarok û hevjîna Kawêz Sedullah di keştiyê de xeniqîn û ew bi saxî hat rizgarkirin.
Kawêz Sedullah li ser bûyerê ji Rûdawê re axivî û got:
“Doh bi dema Yunanistanê derdora seat 23:00yan (bi dema Hewlêrê saet 00:00yan) keştiya me bi 32 rêwiyan ji Îzmîrê ber bi girava Samosê ya Yunanistanê bi rê ket.
Em di nîvê rê de bûn, hêzên deryayî yên Yunanistanê li pey me bûn û çend caran hişyarî da şofêrê keştiyê ku raweste.
Lê ew ranewestiya û saet 02:30an li çiyayekî giraveke Egeyê qelibî.
Piştî ku keştî li çiyê ket, serûbin bû û hemû rêwiyan wê ketin avê û hevjîna min Naîla Mistefa û zaroka min a neh mehî Nûr xeniqîn.”
Keştî ji bo 17 kesan bû lê qaçaxçiyan 32 kes tê de bi cih kirin ez, jin û zaroka min û du xortên din ên Kurd tê de hebûn.
Koçberên din hemû Efxan bûn.
Qaçaxçî hat girtin û rêwiyên din li Yunanistanê li qereqola polîsan in.
Ji bo vegerandina cenazeyan em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di nava pêwendiyê de ne.