Mehmet Uçum: Komara Tirkiyeyê dewleta neteweyî ya Kurdan e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mehmet Uçum Pêvajoya Çareseriyê Devlet Bahçelî Recep Tayyîp Erdogan Kurd Komara Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Erdogan Mehmet Uçum diyar kir ku Kurdan mafê xwe yê çarenivîsê bi kar anîne û Komara Tirkiyeyê dewleta neteweyî ya Kurdan e.

Alîkarê Serokê Lijneya Polîtîkayên Hiqûqî yên Serokomariyê û Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum, li Enqereyê bersiva pirsên rojnamegeran.

Li ser pirsa pêşhatên “pêvajoya nû” Mehmet Uçum got: “Ji 1ê Çiriya Paşîn ve serdemek heye. Di vê serdemê de gelek nîqaş tên kirin.

Em behsa însiyatîfa dewletê dikin. Ev ne pêvajoyeke çareseriyê ya bi şêwazê berê ye, yan jî pêvajoyeke ku bi şêwazeke din e.

Komara Tirkiyeyê dewleta neteweyî ya Kurdan e. Tirkiye welatê Kurdan e. Projeyek emperyalîstan heye da ku Kurd bidin dû avakirina dewletê.”

Mehmet Uçum di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan a bi statûyê re nîne.

Li gorî gotina Uçum berê li Tirkiyeyê pirsgirêkên dîndar, Elewî û Kurdan hebûn lê di van mijaran de pêşketin çêbûne û pirsgirêkên heyî hatine çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst