Gelo dê Mazlûm Ebdî bi Donald Trump re bicive?

28-11-2024
RÛDAW
Nîşan Îlham Ehmed Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Donald Trump Mazlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Hewlêr) - Berpirsa Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê diyar kir, dibe ku ew tevî Mazlûm Ebdî biçin Amerîkayê û bi Trump re bicivin.

Piştî serkefina Donald Trump a di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de behsa wê yekê hat kirin ku dê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî biçe Amerîkayê û bi Donald Trump re bicive.

Berpirsa Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê li ser mijarê ji malpera El Monitorê re axivî û da zanîn, dibe ku ew û Mazlûm Ebdî bi hev re biçin Amerîkayê û bi kabîneya nû ya Donald Trump re bicivin.

Berpirsa Pêwendiyên Derve yên Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê kir ku pêwendiyên wan ên bi berpirsên bilind ên kabîneya Donald Trump re baş in û helwesta wan li hemberî Rojavayê Kurdistanê dostane ye.

“Em dixwazin pêwendiyên me û Tirkiyeyê aştiyane bin”

Îlham Ehmedê di beşeke din a axaftina xwe de piştrast kir ku bi rêya hinek navbeynkaran hevdîtinên wan û Tirkiyeyê hene û got:

“Helwesta me ya bingehîn wekî xwe ye, em dixwazin li ser axa xwe bi azadî û di nava ewlehiyê de bijîn.

Em wekî hemû cîranên xwe, dixwazin pêwendiyên me yên aştiyane û avaker bi Tirkiyeyê re hebin.

Herêmên me amade ne ku xelkê ku ji herêmê reviyaye Tirkiyeyê qebûl bike, çi ji Dêrikê û çi jî ji Dêrezorê bin.

Li hemberî vê yekê jî, divê Tirkiye rê bide ku welatiyên me vegerin Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê.”

🔴 KERKÛK - Artêşa Îraqê dîsa nahêle cotkarên Kurd zeviyên xwe cot bikin 🎤 Heger xak çû meaş ji bo çi ye? https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/291120244

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst