Di ser kuştina Tahîr Elçî re 9 sal derbas bûn: ‘Dadger li gorî delîlan tevnagerin’

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî li şûna ku hatibû kuştin ji aliyê hevpîşeyên xwe ve hat bibîranîn.

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşîn a 2015an li ber Minareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû kuştin.

Di ser kuştina Tahîr Elçî re 9 sal derbas bûn.

Hevpîşeyên Tahîr Elçî di salvegera 9an a kuştina wî de ew bi bîr anî.

Ji bo bibîranînê parêzer û welatî li pêşiya Dadgeha Amedê kom bûn û ber bi Minareya Çarling ve meşiyan.

Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak da zanîn ku navê kolana ku Tahîr Elçî lê hatibû kuştin bi biryara Şaredariya Sûrê dê were guherîn û bibe kolana Tahîr Elçî.

Navlêkirina kolanê dê sibe bi merasîmekê were bicihanîn.

Serokê berê yê Baroya Amedê û hevalê Tahîr Elçî, Mehmet Emîn Aktar li ser guherîna navê kolanê got:

“Ev sal in cara yekem e şaredarekî ku hatiye hilbijartin, li ser erkê xwe tevlî merasîma bibiranînê bû.

Salên borî qeyûm hatibûn tayînkirin. Heger navê vê mizgînî be, mizgînî ye.

Em spasdarê wan in ku êdî navê vê kûçeyê dê bi navê Tahîr Elçî were pênasekirin.

Li aliyê din, em xemgîn in, dema ku em tên vir, ew bûyer, ew roj tê ber çavên me û yên her kesî.

Her wiha em serbilind in ku me ev alaya dananiye, em dê her tim hilgirin.”

“Dozên wiha polîtîk in”

Di doza kuştina Tahîr Elçî de 3 polîsên ku dihatin darizandin bi biryara dadgehê hatibûn berdan.

Mehmet Emîn Aktar li ser dozê û berdana her 3 polîsan jî anî ziman:

“Dozên wiha polîtîk in, dadger li gorî delîlan tevnagerin.

Me biriye îstinafê, heger ji îstinafê biryar dernekeve em dê bibin dadgeha bilind û ya mafên mirovan.

Pêvajoyeke dirêj e, ji aliyê hiqûqî ve wiha ye lê belê heta îradeyeke siyasî xwe nîşan nede û nebêje ez dê vê kuştinê zelal bikim zelalkirina kuştina Tahîr Elçî zehmet e.”

Aktar destnîşan kir ku wî bi xwe jî, Tahîr Elçî jî di zelalkirina kuştinên siyasî de xebitî ne.

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçi roja 28ê Çiriya Paşîn a 2015an dema ku dixwest li ser dorpêç û têkdana navçeya dîrokî ya Sûrê tevî çend nûnerên saziyên civaka sivîl û xelkê navçeyê daxuyaniyekê bide li ber Minareya Çarling ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.

Tahîr Elçi her sal di vê rojê de ji aliyê gelek kesan ve li çendîn parêzgehên Bakurê Kurdistanê tê bibîranîn.