Rêxistinên mafên mirovan: Divê cezayên Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradiyê bên betalkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyeke hevbeş belav kir û ji desthilata Îranê xwest ku cezayên îdamkirinê yên Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradiyê bên betalkirin.
Girtiyên siyasî yên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî li Girtîgeha Evînê ya Tehranê ne û Dadgeha Tehranê biryara îdamkirinê daye her du girtiyên siyasî.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku divê bi awayekî bilez cezayên îdamkirinê yên Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradiyê bên betalkirin.
Rêxistinan amaje bi wê yekê jî kir ku biryara îdamkirina her du jinên Kurd binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e.
Di berdewemiya daxuyaniyê de her wiha rêxistinan bangî civaka navneteweyî jî kir ku zextê li Îranê bike û biryara îdamkirina her du girtiyên siyasî yên Kurd were betalkirin.
Di daxuyaniyê de amaje bi mafê darizandina her du girtiyên Kurd hat kirin û hat gotin:
“Wekî piraniya girtiyên siyasî, mafê Werîşe Muradî û Pexşan Ezîziyê yên darizandina adil hatiye binpêkirin, mafên wan ên xwegihandina parêzeran hatiye binpêkirin û ew rastî zextên tund û şkenceyên nemirovane hatine.”
Pexşan Ezîzî ji Mehabadê ye û 4ê Tebaxa 2023yan tevî çend endamên malbata xwe li Tehranê ji aliyê Îtleata Îranê ve hat desteserkirin ji bo Girtîgeha Êvînê ya Tehranê hat veguhastin.
Piştre bi “serîhildan û endamtiya komên çekdar ên li dijî Komara Îslamî ya Îranê” hat tohmetbarkirin bi îdamê hat mehkûmkirin.
Werîşê Muradî jî ji parêzgeha Sineyê ye û 3yê Tebaxa 2023yan li ser rêya Merîwan û Sineyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hat desteserkirin û bi heman tohmetêhat darizandin û bi heman cezayê hat mehkûmkirin.