Li Şirnexê 15 rojan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend herêmên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê 15 roj qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, li hin dever û çiyayên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hatiye ragihandin.

Li gorî biryarê, li wan deveran ji îro heta 12ê Kanûn Pêşîn di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de qedexe hatiye ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Çiya û deverên ku li gorî biryara parêzgariyê hatine qedexekirin ev in:

“Çiyayê Cûdiyê, Devera Bestayê, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Girê Deriyê Dawetiyan, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Newala Sar, Tehtê Reş, Hoza Mêrî û Devera Tenînê.”

Parêzgariyê her wiha hişyarî daye xelkê ku ji bo silametiya xwe neçin wan deveran.