Xwendekarekî di polê de hevalê xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) -  Li bajarokê Sêmêlê yê Dihokê li dibistanekê xwendekarekî hevalê xwe di polê de kuşt.

Li bajarokê Sêmêlê yê Dihokê îro xwendekarekî bi demançeyê li nav polê di dema dersê de hevalê kuşt.

Xwendekarê ku hatiye kuştin navê wî Mistefa Fehmî ye û ew 16 salî bû.

Cenazeyê xwendekarê hatiye kuştin li goristana Şaxkê ya Dihokê hate veşartin. 

Li gorî zanyariyên Rûdawê her du xwendekar hevalên hev bûne xwendekarên pola 11ê bûne.

Piştî bûyerê Parêzgarê Dihokê Elî Teter çû cihê bûyerê û got ku dê rêkarên yasayî bêne meşandin.

Polîsê Dihokê derbarê vê bûyerê gotiye ku kesê tawankar hatiye desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Polîsê Dihokê derbarê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

Polîsê Dihokê herwiha da zanîn ku her du kes jî sala 2007an ji dayîk bûne û şêniyên taxa Şehîdan a Sêmêlê ne.