Li Amedê qeza: 2 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de du kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Îro li nêzîkî gundê Behramkiyê yê Bismilê du otomobîl li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de kesên bi navê Alattîn Sevîm û Îhsan Yalçin canê xwe ji dest da.

Kesê bi navê Savaş Aydemir jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Savaş Aydemirê birîndar veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.