Nêçîrvan Barzanî: Hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê yên li ser petrolê didomin

28-11-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Alî Riza Guney Hevdîtin Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney li Hewlêrê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêmê Kurdistanê re gotûbêj kirine.

Nêçîrvan Barzanî û Alî Riza Guney destnîşan kir ku divê hevkarî û pêwendiyên baş ên her du aliyan berdewam bikin.

Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney jî ragihand, welatê wî ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê amade ye.

Hevdîtin didomin

Nêçîrvan Barzanî, ji ber helwesta wê spasiya Tirkiyeyê kir û diyar kir ku hevdîtinên teknîkî yên Hewlêr û Bexdayê yên li ser petrolê didomin.

Di hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî û Alî Riza Guney de xeyn ji mijarên aborî, mijarên wekî “rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa kêmaneyên li Îraq û Herêma Kurdistanê û rewşa dawî ya herêmê” hatin nirxandin.

Li aliyê din, Konsulê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Mevlut Mehmet Yakut jî beşdarî vê civînê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst