Hêzên Îranê 4 kolberên Kurd birîndar kirin: Birînên 2yan xedar in

28-11-2023
Nîşan Kolber Kurd Hêzên Îranê Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê 4 kolberên Kurd birîndar kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê da zanîn ku birînên 2yan ji wan giran in.

Li gorî Hengawê kesên di êrişên hêzên Îranê de birîndar bûne ev in:

- Sîrwan Şerîfî 17 salî ye, xelkê Seqizê ye

- Behmen Merûfî Nijad 19 salî ye

- Mihemed Kerîmnijad xelkê Baneyê ye

- Ferdîn Nazdarî 33 salî ye, xelkê Seqizê ye

Hengawê destnîşan kir ku ev her çar kolberên Kurd li Sînorê Hengejalê yê bajarê Baneyê hatine birîndarkirin.

Herwiha Ferdîn Nazdarî doh bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê hatiye birîndarkirin û birînên wî xedar in.

Dîsa birînên Sîrwan Şerîfiyê ku zarokekî 17 salî ye giran in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst