Li Bedlîsê 19 kes hatin desteserkirin

28-11-2023
Nîşan Bedlîs Tetwan Xîzan Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Xîzan û Tetwanê yên parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, 19 kes hatin desteserkirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê de, îro serê sibehê li gundê Gulpikê yê Xîzanê û gundê Peyandasê yê Tetwanê bi ser gelek malan de girt û 19 kes desteser kirin.

Li gundê Gulpikê 15 kes û li gundê Peyandasê ji heman malbatê 4 kes hatin desteserkirin.

Sedema desteserkirina her 19 kesan heta niha nehatiye zanîn.

Hat zanîn ku derbarê dosyeyê de biryara nihênîbûnê hatiye wergirtin û dê “operasyon” berdewam bike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta PKKyê xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst