ÊLIH - 5 hezar lîreyan didin mexdûrên lehiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê bo her malbateke mexdûr a lehiyê yên li Êlihê û Zonguldakê 5 hezar lîreyên Tirkî wekî alîkarî bê dayîn ku dike 170 dolar.
Li Êliha Bakurê Kurdistanê û li bajarê Zonguldakê yê Tirkiyeyê û navçeya wê ya Eregliyê 20ê Çiriya Paşînê lehî rabû.
Ji ber lehiyê li taxa Seyîdan a Êlihê 4 kesên ji heman malbatê canê xwe ji dest da û hejmareke zêde ya xaniyên welatiyan di bin avê de man.
Lehiyê li Êlihê zerer û ziyaneke zêde ya maddî li pey xwe hişt.
Li bajarê Zonguldakê jî piştî baraneke bihêz lehî û bahoz rabû û bû sedema zerer û ziyanên canî û maddî.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû mexdûrên lehiya Êlihê û Zongudakê dê bên qerebûkirin.
Piştî gotinên Erdogan, Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyeyê Mahînur Ozdemîr Goktaşê îro li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku dê li parêzgehên Êlih û Zonguldakê ji bo her maleke mexdûra lehiyê 5 hezar lîreyên Tirkî bê dayîn.
Mahînur Ozdemîr Goktaşê ragihand ku dê ew alîkarî bi rêya Weqfa Hevgirtin û Alîkariya Civakî li ser welatiyan bê dabeşkirin.
Bi gotina Mahînur Ozdemîr Goktaş li parêzgeha Êlihê bi giştî ji hezar 188 malên mexdûrên lehiyê re 5 milyon û 940 hezar lîre tên dayîn.
Herwiha li navenda bajarê Zonguldakê li ser 100 malan 500 hezar lîre tên dabeşkirin û li navçeya wê ya Ereglî jî li ser 311 malan milyonek û 555 hezar lîre pere wek alîkariya lehiyê tê dabeşkirin.
Goktaşê got, “Me ji bo van her du bajarên xwe bi giştî 7 milyon û 995 hezar lîre veqetandiye.
Em birînên xwe bi hev re dipêçin û xebatên me bê navber didomin.”