Hatina zivistanê rewşa koçberên Serê Kaniyê zehmet kiriye

28-11-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Koçberên Serê Kaniyê
Koçberên Serê Kaniyê
Nîşan Koçber Serê Kaniyî Kampa Serê Kaniyê Kampa Waşokanî Zıvıstan Mehmûd Cemîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Serê Kaniyê, li her du kampên Waşokanî û Serê Kaniyê yên li Cizîra Rojavayê Kurdistanê di rewşeke zehmet de dijîn.

Zivistan, bi baran û sermaya xwe wê zehmetiyê bêhtir û dijwartir dike.

Gazina nişteciyên wan her du kampan ji pirsgirêka nebûna sotemenî, elektrîk, derman, xwarin û xizmetguzariyan heye.

Çalakvanên sivîl dixwazin gazin û dengên wan koçberan bêne bihîstin û rewşa wan li ber çavan bê girtin.

“Bi hatina zivistanê re rewşa koçberên li kampan zehmettir bûye”

Serokê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl got:

“Bi hatina demsala zivistanê, rewşa koçberên ku li kampên Rojavayê Kurdistanê gelekî zehmet dike.

Jixwe jiyan kampan zor û zehmet e lê di zivistanê de rewş bêtir zehmet dibe.

Heya niha sotemenî nehatiye belavkirin, nan kêm e, çadir kevin bûne.”

Komîte û rêxistinên mafên mirovan û saziyên Rêveberiya Xweser hewl didin wan zehmetiyan siviktir bikin.

Lê her pêwîstiya wan jî bi alîkariyên rêxistinên navdewletî heye.

“Heta niha UNICEF derbasî nav kampan nebûye”

Mehmûd Cemîl axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Ev rêxistinên ku berê alîkarî dikirin gelek ji wan nema alîkariyê dikin.

Heta niha UNICEF derbasî nav kampan nebûye.

Bi hezaran li van kampan dijîn, zarok hene, kalemêr hene, pîr hene.

Divê civaka navdewletî bi taybet Neteweyên Yekbûyî destê alîkariyê dirêjî van kampan bike ji bo ku em karibin jiyana xwe derbas bikin heya ku em vegerin cih û warê xwe bi rengekî bi rûmet.”

Li gorî zanyariyên taybet ku ji kampên Waşokanî û Serê Kaniyê hatine bidestxistin, konên koçberan riziya ne û xwe li ber serma, ba, bahoz, berf û baranên zivistanê nagirin.

Li Waşokanî û Serê Kaniyê 6 hezar û 300 malbat ango 31 hezar û 621 koçberên Serê Kaniyê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst