Li Bedlîs û Wanê operasyon: 43 kes bi hinceta PKKyê hatin destserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê hêzên ewlehiya Tirkiyeyê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtin.

Di operasyonê de herî kêm 43 kes bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin destserkirin û di nav kesên desteserkirî de welatiyên bi temen û nexweş jî hene.

Li gor zanyariyên MAyê belav kirine hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê îro li gund û  navendên bajarokên Hîzan û Tetwanê yên Bedlîsê di operasyonekê de bi ser çendîn navnîşanan de girtine.

Bi hinceta “endamtî û alîkariya  rêxistinê” hejmareke zêde ya welatiyan hatin destserkirin.

Berî ku bi ser malan de bê girtin leşkerên Tirkiyeyê derdora gundan dorpêç kirin.

Herwiha hêzên ewlehiya Tirikiyeyê di çarçoveya lêpirsîna li Bedlîsê de li navçeyên Rêya Armûşê û Westanê yên parêzgeha Wanê jî bi ser gelek malan de girtin.

Biryara nihênîbûnê derbarê lêpirsînê hatiye dayîn û hevdîtîna kesên destserkirî bi parêzeran re heta 24 demjimêran hatiye qedexekirin.

Li gorî zanyariyan di her du operasyonên li Bedlîs û Wanê de herî kêm 43 kes hatine desteserkirin û di nav kesên destserkirî de kesên bi temen û nexweş jî hene.

Hatiye ragihandin ku kesên destserkirî di dema destserkirinê de rûbirûyî şkenceyê bûne, deriyên malên wan û pencereyên wan hatine şikandin.

Doh jî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li 18 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi “hinceta PKKyê” 98 kes desteser kiribûn.