Dilşad Şehab: Îraq peymanan bi cih nayîne

28-11-2023
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab Hilbijartin Mûçe Pêşmerge Îraq Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab da zanîn ku Îraq peymanên xwe û Herêma Kurdistanê bi cih nayîne.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, pirsên nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehmanê yên li ser rojevê bersivandin.

Dilşad Şehab amaje pê kir, partiyên siyasî dixwazin hilbijartin di dema xwe de bên kirin û li pêşiya hilbijartinan ti asteng nînin.

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl piştî demekê doh dîsa vegeriyabû ser erkê xwe.

Dilşad Şehab destnîşan kir ku ev yek encama hewlên hemû aliyan, bi taybetî jî encama hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.

Yekkirina Pêşmergeyan

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan xebatên xwe didomîne û got:

“Ez bawer dikim dê vegera Wezîrê Pêşmergeyan bandoreke erênî li projeya reform û jinûveavakirina Pêşmergeyan bike.”

Li aliyê din, tê payîn ku lîwayên hevpar ên artêşa Îraqê û Pêşmergeyan 2yê Kanûna Pêşînê dest bi karê xwe bikin.

Dilşad Şehab li ser vê mijarê da zanîn:

“Avakirina van hêzên hevpar dê ne tenê hevahengî û hevkariyê çêbike di heman demê de dê kêmasiyên ewlehiyê yên di navbera artêşa Îraqê û Pêşmergeyan de jî çareser bike.

Ev gav nîşaneyeke girîng a vê yekê ye ku Îraq wekî heyîneke federal her kesî di bin banê xwe de dihewîne.”

“Divê rikaberî nebe sedema ku Kurd kursiyên xwe ji dest bidin”

18ê Kanûna Pêşînê dê li Îraqê hilbijartinên encumenên giştî yên bajaran bên kirin û dê partiyên Kurdan li herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Kurdistanê bi lîsteyên cuda beşdarî van hilbijartinan bibin.

Dilşad Şehab li ser vê mijarê wiha axivî:

“Serokê Herêma Kurdistanê li ser hilbijartinên li herêmên Kurdistanî peyam da: ‘Rikaberî normal e lê divê neyê asteke ku Kurd hevdû bişikînin û kursiyên xwe ji dest bidin.

Divê ev hilbijartin pêgeha Kurdan qels neke, dive bibe serkeftina hêz û partiyên ku ji jiyana bihevre bawer dikin.”

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê

Şehab bi bîr anî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dema hilbijartinên parlamentoyê diyar kiriye û Komisyona Bilind a Hilbijartinê ya Îraqê jî dest bi xebatên xwe kiriye.

Dilşad Şehab amaje pê kir, pêşnûmaya ji bo guherîna yasaya Komisyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan (IHEC) hatiye qebûlkirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, erkê vê komisyonê hatiye dirêjkirin û ev jî bi wê armancê ye ku karibe hilbijartinan bişopîne.

Dilşad Şehab li ser dema hilbijartinan jî got, “Qet metirsiyek li ser pêkanîna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nîne û tewr em hemû ber bi hilbijartinên 25ê Sibata 2024an ve diçin.”

“Îraq peymanan bi cih nayîne”

Bexda, mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê di dema xwe de naşîne. Dilşad Şehab li ser vê mijarê da zanîn:

“Piraniya wan peymanên ku ji bo avakirina Hikûmeta Îraqê hatine îmzekirin heta niha jî nehatine bicihkirin. Meseleya budceyê jî di nav van babetan de ye.

Tiştê ku bi rêya mûçeyên karmandan tê kirin ji zexta siyasî wêdetir e û êdî bûye zilm.”

Dilşad Şehab herwiha ragihand, derfetek lê pêşiya hikûmetê heye ku ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe û budceyê serê salê projeyekê pêşkeşî parlamentoyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst