Ciwan Ebdulkerîm: Serokkomarê Tirkiyê Kobanî û Şehbayê dixwaze

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê di topbarankirina çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê de berdewam e. Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî - Sûriye Ciwan Ebdulkerîm Siko dibêje ku Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan Kobanî û devera Şehbayê dixwaze lê wê ne bi hêsanî be her wiha wê nikaribe berdewamiyê bide vê êrîşê.

Ev heştemîn roj e, Artêşa Tirkiyê navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bombebaran û topbaran dike. Di nav de jî, navend û wêstgehên xizmetguzariyê dike armanc, û welatiyên sivîl dibine qurbaniyê vê rewşê.

Serkirdeyê partiyekê ji nav Rêveberiya Xweser, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, behsa pêşhateyên nû dike û nerîna xwe nîşan dide.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriye Ciwan Ebdulkerîm Siko got, “Niha tê xuyakirin Erdogan Kobanî û herêma Şehbayê dixwaze lê em dibêjin û hêza me jî got, êrîşeke bejahî dê dest pê bike.”

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî - Sûriye her wiha nîşanê bi wê yekê dide ku êrîşên Tirkiyê, li ser navend û navçeyên xizmetguzariyê ne.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriye Ciwan Ebdulkerîm Siko anî ziman, “Erdogan dibêje min êrîşî terorîstan kir lê êrîşî jêrxanê kir, li qadên av, gaz û neftê xist, heta li embarên geniman xist. Ev tê wê wateyê ku dixwaze miletê Kurd birçî bike û ku bikaribe guherîneke demografîk bike.”

Li gor zanyariyên ji herêmên li jêr destê Tirkiyê derdikevin, proseya xwendinê li deverên dagîrkirî yên ku Tirkiye navên (Çiqlê Zeytûnê, Kaniya Aştiyê û Mertala Feratê) li wan dike, hatiye ragirtin.

Tirkiyê Hêzên zêde li ser sînor kom dike. Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê xwe ji êrîşê re amade kirine. Mezlûm Ebdî, fermandarê giştî yê HSDê jî ragihand ku Tirkiye xwe ji êrîşê re amade dike.