Diz ketine avahiya Amed Radyo TV

28-11-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Radyo Tv Dizî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amed a Bakurê Kurdistanê diz ketin avahiya Amed Radyo TV û hin amûrên teknîkî dizîn. Hat ragihandin ku dizan zirar jî dane cîhazan. Rêveberiya kanalê bi gotinên “Hûn çi ji me dixwazin! Hûn çima me perîşan dikin?” nerazîbûna xwe anî ziman.

Rêveberiya Amed Radyo TV li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku dizan dîwar şikandine û ketine avahiyê buroyê, zirar dane amûrên weşana televîzyonê û klîma jî dizî ne. Li aliyê din hat destnîşankirin ku gelek amûran zirar dîtine.

Amed Radyo TV li ser hesabê xwe yê Twitterê gazincên xwe li Parêzgariya Amedê û rêveberiya ewlehiyê ya Amedê kir û anî ziman, “Hûn çi ji me dixwazin! Hûn çima me perîşan dikin? Parêzgariya Amedê, rêveberiya ewlehiyê ya Amedê, ev bûyera çendan e? Ji ber ku nikarin çareseriyekê bibînin, em dev ji vî karî berdin?”

Amed Radyo TV her wiha anî ziman, “Dîwar şikandine û ketine hundir. Zirar dane alavên me yên weşana televîzyonê. Klîma û motora wê dizîne, hin malzemeyên teknîkî birine. Me hîn nekariye zirara diziya berê bidin! Vê carê hêza me têrê nake! Êdî bes e!”

Amed Radio TV

Li Tirkiyê cara yekem navê Amedê bi erêkirina serlêdana ji bo navê weşanê ya ART ku ji aliyê rêveberiya Ferat Mehmetoglu ve ji RTUKê re hatibû kirin, hat qebûlkirin.

Amed Radyo TV ya ku weşana bi du zimanan dike, di 23ê Nîsana 2010an de dest bi weşana xwe kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst