3 kesên Ereb keçeke Kurd a 14 salî li Efrînê revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 3 kesên Ereb keçeke Kurd a 14 salî revandine.

Navê wê keça Kurd Meryem Nûrî Cabo û ji gundê Qeregolê yê Efrînê ye.

Di tomareke dengî de ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin, çavkaniyek ji malbata keça Kurd Meryem Nûrî Cabo aşkere dike ku 3 kesên Ereb roja Yekşembê 27ê Mijdara 2022an ew keça Kurd revandine.

Li gorî heman çavkaniyê, Meryem Cabo roja 20 Îlona 2008 li gundê Qeregolê jidayik bûye û ew bi destgirtî ye.

Heta niha ti agahî li ser çarenivîsa wê keça Kurd nehatiye zanîn.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve û piştî êrîşeke mezin di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî de ye.