Li Amedê 4 mamoste ji kar hatin dûrxistin

28-11-2022
Ferdî Sak
Nîşan Amed Mamoste Jikardûrxistin Fesîh Zîrek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 4 mamosteyên girêdayî Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê (Egitim-Sen) ku di xwepêşandanên li dijî operasyona Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de hatibûn desteserkirin, ji erkê wan hatin dûristin. Serokê Şaxa duyem ê Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê ya Amedê Fesîh Zîrek ji Rûdawê re ragihand, niha ew her çar mamoste bi awayek devkî hatine agahdarkirin ku dê ji karê wan bên dûrxistin, bi awayek fermî nivîs ji hemûyan re nehatiye şandin.

Roja 21ê Mijdara 2022an beşek ji aliyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl xwestin li meydana Derê Çiya ya Amedê operasyonên Tirkiyê yên bo ser Rojava û Başûrê Kurdistanê protesto bikin, lê hêzên ewlekariyê destwerdan kiribûn û hejmarek welatiyan destserkiribûn ku hevseroka şaxa 1em a Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê (Egitim-Sen) ya Amedê mamoste Emîne Akşahîn û 3 mamosteyên din ên endamên wê sendîkayê yên bi navên Welat Kaya, Serhat Kiliç û Hasan Çitrik jî di nav de bûn.

Li gor zanyariyan ew çar mamoste piştî 4roj ji destserkirinê îro Dûşemê 28ê Mijdara 2022an ji aliyê Rêveberiya Perwerdê ya Amedê ji erkê wan hatine dûrxistin.

Serokê Şaxa duyem ê Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê ya Amedê Fesîh Zîrek îro Dûşemê 28ê Mijdara 2022an derbarê mijarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew mamoste bi awayek devkî hatine agahdarkirin ku dê ji erkê wan bên dûrxistin, lê heta niha bi awayek nivîskî ji her çar mamosteyên navborî re nivîsek nehatiye şandin, tenê bi awayek fermî ji yek ji wan re nivîs hatiye şandin ku dê ji erkê wî bê dûrxistin.

Zîrek herwiha got “Eger bi awayekî fermî ji her çar hevalên mer re nivîs hatin şandin em dê daxuyaniyekê bidin.”

Navborî tekez jî kir ku sedema dûrxistina wan her çar mamosteyên girêdayî sendîkaya wan ji ber beşdariya daxuyaniyeke wan a di roja 21ê Mijdarê de bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst