Serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî hat bibîranîn

28-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku li ber Minareya Çar Ling a li Amedê hatibûn kuştin, îro di 7emîn salvegera kuştina xwe de bi çalakiyeke girseyî li Amedê hat bibîranîn.

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçi roja 28ê Mijdara 2015an dema dixwest li ser dorpêç û têkdana navçeya dîrokî ya Sûra Amedê ligel çend nûnerên saziyên civaka sivîl û xelkê navçeyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê teqe lê hat kirin û di encam de canê xwe ji dest da.

Tahir Elçi her sal di vê rojê de ji aliyê gelek kesan ve li çendîn parêzgehên Bakurê Kurdistanê tê bibîranîn. Îro jî li Amedê bi boneya salvegera 7an a terorkirina Elçî, çalakî birêve çûn.

Grûbek li pêşiya Dadmendiya Amed, civiya û ji wê derê heta Mînareya Çar Ling a Sûrê ya ku êrîşa terorê lê hat kirin, meşiya. Di grûbê de  Alîkarê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Gurkan Altun û Turkan Elçi ya hevjîna Tahir Elçî jî hebûn.

Cîgirê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Gurkan Altun li vê derê axivî û diyar kir, ew Tahir Elçî bi hezkirin, rêzdarî û rehmet bi bîr tînin û wiha dewam kir: "Serok Tahir dengê bêkesan bû, çavê nabînayan bû, hiqûqnasekî baş bû. Li ku dera Tirkiyeyê bêhiqûqiyek hebûya, dengê wê derdiket, gotina xwe digot û alîgirê aştiyê bû."

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê Alî Bayram ji Rûdawê re ragihand ku piştî 4 sal û nîvan doz hate vekirin û ew tekeziyê li ser darizandineke dadperwerane dikin.

Alî Bayram got: “Tevî ku hemû belge hatine komkirin, lê îradeyeke baş ji bo piştraskirinê nîne. Em heta niha jî dadperweriyê di dozê de nabînin û hêviyên me yên zêde bi dozê nemane.”

 

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren jî di civîna rojnamevanî de ragihand ku 28ê Mijdara 2015an destpêka dîrokeke tarî bû li Tirkiyê ku piştî wê rojê binpêkirinên mafên mirovan bi awayekî dramatîk zêde bûn, bi deh hezaran mirovan koç kirin.

Nahit Eren amaje bi wê yekê jî da ku tevî derbasbûna 7 salan di ser terorkirina Tahir Elçî re lê heta niha tawanbar nehatine naskirin û cezakirin.

Eren got: “Serokê Baroya Amedê parêzer Tahir Elçi berî 7 salan îro li ev cihê ku em niha lê ne ji bo parastina mîrata dîrokî û çandî ya vî bajarî kevnar û li dijî şer, operasyon û pevçûnan bo bilindkirina dengê aştiyê ji me hat veqetandin. Dîroka 28ê Mijdara 2015 a veqetandina hiqûqnasekî hêja û parastvanê mafên mirov, li Tirkiyê di heman demê de bû destpêka dîrokeke tarî. Şerên ku li vê qada dîrokî destpê kir, piştî wê bi awayekî xirabker berdewam kir, binpêkirinên mafên mirov bi awayekî dramatîk zêde bûn, azadî û mafên bingehîn hatin rawestandin, bi deh hezaran mirovan koç kirin, di pirsgirêka herî girîng û bişewat a welat de di pirsa Kurd de careke din siyaseta ewlehiyê hat destpêkirin. Tevî ku 7 sal bi ser vê kuştina tarî re derbas bûne, tawanbar heta niha nehatine tesbîtkirin û cezakirin.”

Serokê Baroya Amedê herwiha da zanîn ku daxwaza malbata Elçî, hiqûqnasan û civakê nehatiye cîbicîkirin û got: “Ji destpêka bûyerê ve ne jidil bûna darazê û geşedanên sosret ên di dema lêpirsînê de nîşanî me da ku îradeyeke ku naxwaze ev kuştin bê eşkerekirin heye. Tevî nexwestina derketina rastiyan bi hewlên Baroya Amedê û parêzerên malbata Elçî, piştî bûyerê bi 4 sal û nîvan îdianameyeke qels hat amadekirin û pêvajoya dadgehê hat destpêkirin.”

 

Endamên lijneya rêvebirinê ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, hin parlamenterên HDPyê, serokên baroyên herêmê û parêzer beşdarî çalakiya bibîranînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst