Serokên HUDA-PARê û PSKê derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan

28-11-2022
Abdulselam Akinci
Nîşan HUDA-PAR PSK Êrîşên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu li Amed a Bakurê Kurdistanê serdana Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel kir û li ser êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê axivîn.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu îro Duşemê 28ê Mijdara 2022an li Amedê ji bo pîrozbahiya hilbijartina Bayram Bozyel wek Serokê nû yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) serdana avahiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kir.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu û Serokê nû yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel daxuyaniyek dane çapemeniyê.

Serokê nû yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel di bersiva pirsekê de got, “Pirsa Kurd navneteweyî, herêmî û pir aliyên wê hene. Tirkiyê û dewletên cîran ji bo safîkirina Pirsa Kurd rêya şer û tundûtûjiyê bi kar anîn lê em bûn şahid ku bi van rêyan pirsgirêk nehate çareserkirin, bi operasyon û tundûtûjiyê nayê çareserkirin.”

Bayram Bozyel anî ziman, “Operasyon di cihê ku pirsgirêkê çareser bike, kûrtir û zehmettir dike.”

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu pîrozbahî li Bayram Bozyel kir û li ser pirsa nûçegîhanê Rûdawê Abdulselam a derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Pirsa Kurd got, “40 sal in operasyonek didome, şer didome. Divê ev rastî bê dîtin têkoşîna çekdarî ji bo çareseriyê tiştek dernexiste holê. Di aliyê çareseriyê de ji bo hinek gavên divê werin avêtin re bû asteng.”

Zekeriya Yapicioglu li ser êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê anî ziman, “Îro hincetên operasyonên hem li dijî Kurdistana Sûriyê hem jî li dijî Kurdistana Iraqê hebûna çekên PKKê, çalakiyên çekdarî ye.”

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) di 30ê Cotmeha 2022an de 3emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist û di kongreyê  de Bayram Bozyel wek Serokê nû yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) hat hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst