Bi nexşe; Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê

28-11-2022
RÛDAW
Dilbixwîn Dara li ser nexşeyê derbarê êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de zanyariyan dide.
Dilbixwîn Dara li ser nexşeyê derbarê êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de zanyariyan dide.
Nîşan Rojava Tirkiye Êrîşên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê ji pêr şev ve hejmareke gund, bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bombebaran û topbaran kirine, pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara li ser nexşeyê cihên ku rastî êrîşan hatine, nîşan dide û derbarê êrîşan de agahiyan dide.

Li Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê

Pêr şev balafirên şer ên Tirkiyê gundê Merenaz û Balafirxaneya Minnix a leşkerî bombebaran kirin.

Hêzên Tirkiyê herwiha bajarokê Til Rifet û gundê Şêx Hedîd topbaran kirin.

Li wê herêmê hêzên hikûmeta Sûriyê û Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hene, Tirkiye bi berdewamî gundên herêmê bombebaran û topbaran dike.

Li Minbicê

Gundên El-Boxaz, Kur Hiyok û Kawiklî yên li bakurê rojavayê Mibicê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin. Tirkiyê ji derdora bajarê Cerablusê ve êrîşî wan gundan kir.

Li Kobanî

Gundên Zormixar, Siftek û Çariqlî bi giranî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin.

Li gundê Çariqlî û Siftekê hêzên Hikûmeta Sûriyê jî hene, pêr serbazekî Sûriyê li gundê Çariqlê birîndar bibû.

Li Cizîrê

Li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê duh topbaran ji çend rojên bihorî kêmtir bû.

Li bakurê Til Temirê gundê Um El-Kêf û bajarokê Zirgan hatin topbarankirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî got, li wê navçeyê wan bersiva êrîşên grûpên çekdar dane û navenda wan grûpan li gundê Ebdul Heyî topbaran kirine.

Li gor daxuyaniyê, di encama topbaranê de 2 çekdar hatine kuştin û 6 çekdar jî birîndar bûne.

Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve operasyoneke nû bi êrîşên esmanî û topxaneyê li dijî Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye û gefa wê yekê dike, ku dê di demeke guncaw de êrîşa bejayî jî dest pê bike.

Rêveberiya Xweser dibêje, di encama bordoman û topbaranên artêşa Tirkiyê de 59 kesan canê xwe jidest daye, ku 19 ji wan şervan û 16 kes jî welatiyên sivîl bûne.

Rêveberiya xweser herwiha balê dikişîne ser wê yekê ku di van oparasyonên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê de 73 kes jî birîndar bûne, ku 33 ji wan sivîl, 13 jê şervan û endamîn Hêzên Asayîşê ne û 25 kes jî serbazên artêşa Surî ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst