Nêçîrvan Barzanî: Nabe civak şiyanên jinê sînordar bike

Hewlêr (Rûdaw) –  Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser girîngiya azadbûna jinê di nava civakê de kir û got, “Divê di civakê de şiyanên jinê neyên sînordarkirin û bi qasî zilam azad be.”

Li Hewlêrê îro, 28/11/2021, Konferansa Wekheviya Zayendî û Stratejiya Hêza Jinê birêve çû ku karê hevbeş ê zanîngehên Kurdistan-Hewlêr, Duhok, Selahedîn û Silêmaniyê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê konferansê de gotarek pêşkêş kir û tekez kir, “Me bawerî bi wê heye ku nabe civak şiyanên jinê sînordar bike yan jî jinê bindest bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, gelek tişt hene ku bûne sedem zilm li jinan bê kirin û wan jî wiha rêz dike, “zewicandina bi darê zorê, kuştina bi hinceta aborî, destdirêjî, tundûtûjiya li nav û derveyî malbatê yan jî piştguhkirin û bindestkirin.”

‘Cîbicîkirina xelet a nerîtan jî sedemeke zilmê ye’

Nêçîrvan Barzanî hevahengiya çar zanîngehên Kurdistanê li ser mijara wekheviya zayendê “girîng” dibîne û dibêje, “pêwîst e hevkariya di navbera zanîngehên Kurdistanê de li ser vê mijarê roj bi roj zêdetir bibe.”

Di dewama gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi hinek nerîtên di nav civakê de jî kir û got, “Cîbicîkirina bi awayekî xelet a dab û nerîtan jî beşek ji sedemên zilma li ser jinê ye” û tekez kir, “Eger maf ji bo hemû takên civakê wekhev bin, nabe regezek ê din piştguh bike.”

Li ser hewldanên ji bo bihêzkirina pêgeha jinê di nav civakê de jî Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Em hewl didin civakê bikin navendek ku jinan jî bi qasî zilaman azadî hebe û şiyanên xwe pêş bixin, şiyanên; perwerdeyî, hunerî, siyasî, pîşeyî û aborî.”

 

 

‘Karê me yê li ser vê mijarê bersiveke siyasî ye’

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha tekez jî kir, “Karê me li ser pirsa wekheviya herdu regezan, bersiveke siyasî ye bo komeleke peykerê civakê ku li ser bingeha ciyawaziya regezê, nîviya civakê piştguh dikin.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Eger jin azad bin, li gel bicihkirina erkê dayikiyê, dikarin mil bi milê zilaman, bibin xwediyê aboriyeke serbixwe.”

Serokê Herêma Kurdistanê dide zanîn, “Jin wê demê azad e ku di nava civakê de wek bikereke aktîv serederî li gel bê kirin û warek bo tê pêkanîn ku li gor daxwaza xwe wî warî hilbijêre ku bi wê rêyê bikare xizmeta civakê bike.”

‘Pêkanîna wekheviyê tenê pêngavek e’

Di dewama gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike, pêkanîna wekheviyê ji bo jinan “tenê pêngavek e û komelek pêngavên din jî hene wek, azadkirina jina ji tundûtûjiya di nav malbatê û civakê, azadkirina wan ji bê çavkaniyên dahatê, hejarî, bêkarî û zilma di nava civakê de.”

Her di wê gotara xwe de Nêçîrvan Barzanî, amaje bi wê kir ku di nava civakê hejmareke sedeman hene ku şiyanên jinê sînordar kirine û pêwîst dibîne ku jin ji wan sedeman bê azadkirin û tekez dike, “Jin wê demê dikare azad be ji bo dîtina şiyanên xwe di nava civakê de.”

 

 

Peyama Nêçîrvan Barzanî bo mamosteyên olî

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan dike, “Azadkirina jinê bi du wateyan dibe: Azadkirina ji zilmê û azadkirina ji bo cîbicîkirina erk. Baweriya me bi wê ye ku ev herdu corên azadiyê, di berjewendiya jinan de ne.”

Peyameke Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo mamosteyên olî jî hebû û daxwaz ji wan kir ku berdewam bin li ser hewlên xwe yên têgihandina zêdetir a civakê ji bo mafên jinan.