Tirkiyê 71 welatiyên xwe ji Afrîkaya Başûr vegerandin

28-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî belavbûna virûsa guherî ya Coronyê ya Omicron li Afrîkaya Başûr 71 welatiyên Tirkiyê ji wî welatî vegeriyan Stenbolê.

Li gor zanyariyên di medyaya Trikiyê belavbûne de 71 welatiyên Tirkiyê, ku dixwestin piştî belavbûna  virûsa guherî ya Coronayê ya Omicron, ji Afrîkaya Başûr vegerin welatê xwe, bi rêya Saziya Hêlên Asmanî ya Tirkiyê ji bajarên Cape Twon û Johannesburg ên wî welatî îro 28ê Mijdara 2021ê demjimêr 5.30ê deqe bo Stenbolê hatine anîn.

Li gor zanyariyan ew 71 kes bêyî ku bê zanîn vaksîn wergirtine yan na, dê li ser hesabê xwe bo dema 14 rojan li otelên ku parêzgariya Stenbolê diyar kirine bikevin kerentînayê.

Zanayan ragihandibûn ku coreke nû ya guherî ya Coronayê bi navê Omicron li Afrîkaya Başûr hatiye tomarkirin û bi 32 awayên cuda belav dibe. Piştî belavbûna vê cora virûsê li Afrîkaya Başûr gelek welatan geştên xwe yên asmanî bo wî welatî rawestandibûn.

Ev guherî ya nû, heta niha li gelek welatên wek Brîtanya, Almanya, Belçîka, Îtalya, Çîn, Botswana, Hong Kong û Îsraîl belav bûye. Çeka li ber destê welatan dijî vê Coronaya Guherî, bihêzkirina berevaniya laş e, bi rêya wergirtina doza sêyem a vaksînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst