Mesrûr Barzanî ferman da Wezareta Pêşmerge

28-11-2021
RÛDAW
Cihê êrişa DAIŞê (Wêne: Rûdaw)
Cihê êrişa DAIŞê (Wêne: Rûdaw)
Nîşan Mesrûr Barzanî DAIŞ Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrişa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de ku bû sedema şehîdbûna 5 Pêşmerge, peyamek belav kir û Wezareta Pêşmerge raspard ku ji bo rêgirtina li êrişên DAIŞê amadekariyên zêdetir bike.

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve, ji du aliyan êrişî Hêzên Pêşmerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyama xwe ya derbarê vê êrişa DAIŞê de, xemgîniya xwe li ser şehîdbûna wan her pênc pêşmergeyan derbirî û hevxemiya xwe arasteyî malbat û kesûkarên pêşmergeyan kir û herwiha hêviya başbûnê bo pêşmergeyên birîndar xwest.

Mesrûr Barzanî bibîr xist ku ev çendîn car e ew li ser metirsî û xwebirêxistinkirina DAIŞê hişyariyê didin, taybet jî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û ku çekdarên DAIŞ “sûd ji valahiya emnî ya li wê navçeyê werdigirin û bûne metirsî li ser asayiş û rûniştvanên navçeyê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Divê lez bê kirin ji bo aktîvtirkirina navendên emnî yên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê û bi hevahengiya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, ji bo ku valahiya emnî ya li wan navçeyan bê tijîkirin. Ji bo vê mebestê jî me Wezareta Pêşmerge raspard ku amadekariyên zêdetir bike û rêkarên pêwîst bigire ji bo sînordarkirin û nehiştina êrişên terorîstên DAIŞê û rêgirîkirina ziyangihandina bi Hêzên Pêşmerge û xelkê navçeyê.”

Êrişa DAIŞê

Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê Huner Hemîd ragihand, çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî saet 22.45 li devera Tepî Telan ê ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kir.

Cîgirê Fermandeyê Lîwaya 5emîn a Pêşmerge Eqîd Bextiyar Bêserî ji Rûdawê re ragihand ku Pêşmerge tûşî şerekî dijwar bûn û wan hêza piştîvan jî şand.

Fermandarê Lîwaya 5emîn a Piyade Merîwan Azad jî ji Rûdawê re got, “Di dema bi hawarçûnê de mayineke vedayî bi wesayîteke Pêşmerge ve hat teqandin.”

Huner Hemîd da zanîn ku di destpêkê de çekdarên DAIŞê teqe li bingeheke pêşmerge kirine, pêşmergeyek birîndar bûye, piştre otomobîlên serbazî ku ambulans diçin wê bingeha serbazî û birîndar rakirine ku bibin nexweşxaneyê, di dema vegerê de çekdarên DAIŞê mayîneke li ser rê dadinên û bi otomobêla Pêşemerge de diteqe û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd dibin û 4 jî birîndar dibin.

Navên pêşmergeyên di êrişa DAIŞê de şehîd bûn: Îsmaîl Mihemed Ferec, Neberd Seîd, Emîn Husên, Îbrahîm Baram û Aras Semîn. Herwiha pêşmergeyên şehîd bûne xelkê navçeya Şarezûr in.

Peyamnêrê Rûdawê Huner Hemîd herwiha da zanîn ku pêşmergeyek jî ji teqînê bi birîndarî rizgar bû û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û got, “Şofêrê wesayîtê û pêşmergeyek bi birîndarî rizgar dibin, lê çekdarên DAIŞê derdora 20 guleyan li wî Pêşmergeyî didin û şehîd dikin. Şofêr jî xwe digehîne nav cokeke avê de û pişt re bi birîndarî xwe digehîne bingeheke hêzên Asayişê. Piştre li gel birîndarên din digihînin nexweşxaneyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst