Nêçîrvan Barzanî: Zêdebûna êrişên DAIŞê peyameke tirsnak e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de sersaxî ji malbatên pêşmergeyên ku di êrişa şeva derbasbûyî ya DAIŞê de şehîd bûn re xwest  û got, “Zêdebûn û berfirehbûna êrişên DAIŞê, peyamek ciddî  ya tirsnak e û gefên rasteqîn li herêmê çêdike.”

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve, ji du aliyan êrişî Hêzên Pêşmerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa DAIŞê ku bû sedema şehîdbûna 5 Pêşmerge, peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji kesûkar û malbatên her pênc pêşmergeyên di êrişa DAIŞê de şehîd bûne re dixwaze û herwiha daxwaz dike ku hevahengiyeke zêdetir di navbera aliyên peywendîdar de hebe ji bo rêgirtina li êrişên DAIŞê.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

"Sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên wan şehîdên qehremanên şeva derbasbuyî dikim ku di dema bihaneveçûna hevsengerên Pêşmergeyan da li tixûbê Kuleco, şehîd bûn û canê xwe gorî kirin.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im giyanê wan bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi malbat û kesuûkarên wan yên serbilind bibexşê. Hêviya bi lez başbûnê ji bo Pêşmergeyên birîndar dixwazim.

Berfirehbûn û berdewamiya gef û êrîşên DAIŞ, peyama ciddî ya tirsnak in û gef û metirsiyekê rasteqîn li navçeyê derdixe holê. Ji bo wê yekê alîkarî û hemahengiya zêdetir di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, pêwîstiyekê bi lez ya nihayî û pêşîne ye.

Em daxwaz dikin mekanîzma wê hemahengiyê di navbera wan aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê de bi hevbeşî û piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bê çalaktir û berfirehtirkirin û pêk ve bi hemû hêz û şiyanek ve rûbirûyê teroristên DAIŞê û gef û metirsiyan bibin."

 

 

Êrişa DAIŞê

Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê Huner Hemîd ragihand, çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî saet 22.45 li devera Tepî Telan ê ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kir.

Cîgirê Fermandeyê Lîwaya 5emîn a Pêşmerge Eqîd Bextiyar Bêserî ji Rûdawê re ragihand ku Pêşmerge tûşî şerekî dijwar bûn û wan hêza piştîvan jî şand.

Fermandarê Lîwaya 5emîn a Piyade Merîwan Azad jî ji Rûdawê re got, “Di dema bi hawarçûnê de mayineke vedayî bi wesayîteke Pêşmerge ve hat teqandin.”

Huner Hemîd da zanîn ku di destpêkê de çekdarên DAIŞê teqe li bingeheke pêşmerge kirine, pêşmergeyek birîndar bûye, piştre otomobîlên serbazî ku ambulans diçin wê bingeha serbazî û birîndar rakirine ku bibin nexweşxaneyê, di dema vegerê de çekdarên DAIŞê mayîneke li ser rê dadinên û bi otomobêla Pêşemerge de diteqe û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd dibin û 4 jî birîndar dibin.

Navên pêşmergeyên di êrişa DAIŞê de şehîd bûn: Îsmaîl Mihemed Ferec, Neberd Seîd, Emîn Husên, Îbrahîm Baram û Aras Semîn. Herwiha pêşmergeyên şehîd bûne xelkê navçeya Şarezûr in.

Peyamnêrê Rûdawê Huner Hemîd herwiha da zanîn ku pêşmergeyek jî ji teqînê bi birîndarî rizgar bû û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û got, “Şofêrê wesayîtê û pêşmergeyek bi birîndarî rizgar dibin, lê çekdarên DAIŞê derdora 20 guleyan li wî Pêşmergeyî didin û şehîd dikin. Şofêr jî xwe digehîne nav cokeke avê de û pişt re bi birîndarî xwe digehîne bingeheke hêzên Asayişê. Piştre li gel birîndarên din digihînin nexweşxaneyê.”