Mehmûd Sengawî: DAIŞ ji herêmên hêzên Iraqî êrişî Pêşmerge dike

28-11-2021
RÛDAW
Fermandarê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge Mehmûd Sengawî
Fermandarê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge Mehmûd Sengawî
Nîşan Mehmûd Sengawî Mîhwera Germesêr Hêzên Pêşmerge DAIŞ Kuleco
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de 5 Pêşmerge şehîd bûn û Fermandarê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge jî dibêje, “Me berî niha hişyarî dabû ku DAIŞ dê êriş bike” û got jî, “DAIŞ ji herêmên ji hêzên Iraqî êrişî Pêşmerge dike” û tekez dike, “Artêşa Iraqê ti hevahengiyek li gel me nîne. DAIŞ ji herêmên wan êrişî Pêşmerge dike.”

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî demjimêr 10.45 li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve, ji du aliyan êrişî Hêzên Pêşmerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Fermandarê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge Mehmûd Sengawî îro serdana wî cihê êrişa DAIŞê kir û derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî.

Mehmûd Sengawî tekez kir ku ew herêm bi temamî di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye û hêzeke zêde ya Pêşmerge bo deverê hatiye veguhestin û rewş aram e.

 

 

Di dewama axaftina xwe de Mehmûd Sengawî got, “Şehîdbûna wan pêşmergeyan ziyaneke mezin e. Ew ên şehîd bûn di wê Hummerê de bûn ku ji bo piştevaniyê bo sengerên pêş hatibû şandin. Rewşa pêşmergeyê birîndar baş e.”

Fermandarê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge amaje bi wê jî kir, berî niha ferman hatibû dayîn ku li wê herêmê ti wesayîteke serbazî dernekeve, lê wan Pêşmergeyan ji ber kelecanê û hawarçûna bo hevsengerên xwe, ferman şikandin û rastî wê karesatê hatin û got jî, “Ihmala me ye. Ev mehek  e me hişyarî daye ku DAIŞ dê êriş bike.”

 

 

Li ser hevahengiya Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê jî, Mehmûd Sengawî got, “Artêşa Iraqê ti hevahengiyek li gel me nîne û li wî sînorî lawaz in. Lewma em nikarin bi vî rengî pişt bi wan ve girêbidin. Di navbera me de valahiyeke emnî nîne, lê DAIŞ ji herêmên di bin kontrola hêzên Iraqî de êriş dike.”

Zanyariyên zêdetir li ser êrişa DAIŞê ya şeva derbasbûyî li ser Hêzên Pêşmerge.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst