PAK: Em êrîşa DAIŞ û piştgirên wê şermezar dikin

28-11-2021
RÛDAW
Nîşan PAK DAIŞ Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) êrişa duh şev li devera bajarokê Kulecoyê ya Germiyanê li dijî Hêzên Pêşmerge şermezar kir.

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve, ji du aliyan êrişî Hêzên Pêşmerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

PAKê ew êriş û piştgirên wê şermezar kir û amaje bi wê yekê kir ku divê Hêzên Pêşmerge vegerin tevahiya herêmên Kurdîstanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê da ku ewlehiya herêmê biparêze.

PAK dibêje: “Em bangî Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Hevpeymanîyê dikin, rê bidinê da ku Hêzên Pêşmerge bikaribin ewlekariya navçeyên mijara madeya 140î pêk bînin û divê demildest madeya 140î bê bicîhanîn.”

PAKê herwiha hevxemiya xwe ji bo malbatên Pêşmergeyên şehîd bûne nişan da û got: “Ruhê pêşmergeyên şehîd bûne şad , cihê wan biheşt be. Em sersaxiyê ji malbata şehîdan û ji gelê Kurdistanê re dixwazin; şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst