Amerîka: Em dê piştevaniya Hêzên Pêşmerge berdewam bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, êrişa DAIŞê ya li ser Pêşmerge şermezar kir û tekez kir ku Amerîka dê berdewam be li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge ji bo “piştrastbûna ji berdewamiya têkçûna DAIŞê.”

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve, ji du aliyan êrişî Hêzên Pêşmerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê derbarê êrişa DAIŞê ya li ser Pêşmerge de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Em bi tundî êrişa terorîstên tirsonek ên DAIŞê ya li ser Hêzên Pêşmerge şermezar dikin.”

Konsulxaneya Amerîkayê di peyama xwe de ku li ser torên civakî belav kiriye, dûpat dike, “Amerîka pêdagir e li ser piştevaniya bo Hêzên Pêşmerge û hêzên emnî yên Iraqê û piştevaniya li hewlên wan ji bo piştrastbûna ji berdewamiya têkçûna DAIŞê.”

Herwiha Konsulxaneya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de serxweşiyê ji malbatên pêşmergeyên ku di êrişa DAIŞê de şehîd bûne dixwaze û dibêje, “Em hevsoziya xwe arasteyî wan pêşmergeyên qehreman dikin ku di wê êrişê de giyana xwe spartin û birîndar bûn.”

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî saet 22.45 li devera Tepî Telan ê ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de sersaxî ji malbatên pêşmergeyên ku di êrişa şeva derbasbûyî ya DAIŞê de şehîd bûn re xwest  û got, “Zêdebûn û berfirehbûna êrişên DAIŞê, peyamek ciddî  ya tirsnak e û gefên rasteqîn li herêmê çêdike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrişa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de ku bû sedema şehîdbûna 5 Pêşmerge, peyamek belav kir û Wezareta Pêşmerge raspard ku ji bo rêgirtina li êrişên DAIŞê amadekariyên zêdetir bike.

Fermandarê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge jî li ser êrişa DAIŞê ji Rûdawê re ragihand, “Me berî niha hişyarî dabû ku DAIŞ dê êriş bike” û got jî, “DAIŞ ji herêmên ji hêzên Iraqî êrişî Pêşmerge dike” û tekez dike, “Artêşa Iraqê ti hevahengiyek li gel me nîne. DAIŞ ji herêmên wan êrişî Pêşmerge dike.”