Di êrişa DAIŞê de 5 Pêşmerge şehîd bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê şeva borî çekdarên DAIŞê êrişî Hêzên Pêşmerge kir û di êrişa DAIŞê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê Huner Hemîd ragihand, çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî saet 10.45 li devera Tepî Telan ê ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kir.

Cîgirê Fermandeyê Lîwaya 5emîn a Pêşmerge Eqîd Bextiyar Bêserî ji Rûdawê re ragihand ku Pêşmerge tûşî şerekî dijwar bûn û wan hêza piştîvan jî şand.

Fermandarê Lîwaya 5emîn a Piyade Merîwan Azad jî ji Rûdawê re got, “Di dema bi hawarçûnê de mayineke vedayî bi wesayîteke Pêşmerge ve hat teqandin.”

 

 

Huner Hemîd da zanîn ku di destpêkê de çekdarên DAIŞê teqe li bingeheke pêşmerge kirine, pêşmergeyek birîndar bûye, piştre otomobîlên serbazî ku ambulans diçin wê bingeha serbazî û birîndar rakirine ku bibin nexweşxaneyê, di dema vegerê de çekdarên DAIŞê mayînke li ser rê dadinên û bi otomobêla Pêşemerge de diteqe.

Wezareta Pêşmerge birîndarbûna 4 pêşmeregeyan ragihand. Lê piştre şerekî dijwar derket.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê di encamê teqînê de 5 pêmergeyan canê xwe ji dest dane û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Navên pêşmergeyên di êrişa DAIŞê de şehîd bûn: Îsmaîl Mihemed Ferec, Neberd Seîd, Emîn Husên, Îbrahîm Baram û Aras Semîn.

 

Peyamnêrê Rûdawê Huner Hemîd herwiha da zanîn ku pêşmergeyek jî ji teqînê bi birîndarî rizgar bû û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û got, “Şofêrê wesayîtê û pêşmergeyek bi birîndarî rizgar dibin, lê çekdarên DAIŞê derdora 20 guleyan li wî Pêşmergeyî didin û şehîd dikin. Şofêr jî xwe digehîne nav cokeke avê de û pişt re bi birîndarî xwe digehîne bingeheke hêzên Asayişê. Piştre li gel birîndarên din digihînin nexweşxaneyê.”

Hat zanîn ku pêşmergeyên şehîd bûne xelkê navçeya Şarezûr in.