Şaredara berê ya Hezo hat desteserkirin

28-11-2020
RÛDAW
Nîşan Nazîme Avci Şaredariya Hezo Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka berê ya Şaredariya Hezo ya ser bi Êlihê ve hat desteserkirin.

Li gor zanyariyan hêzên emnî yên Tirkiyê, îro, 28.11.2020 Hezo ya ser bi parêzgeha Êlihê ve li Bakurê Kurdistanê operasyonek encam dan.

Her li gor zanyariyên berdest di encama wê operasyonê de hêzên polîs bi ser mala Nazîme Avci, Hevseroka berê ya Şaredariya Hezo de girt.

Nazîme Avcî ji bo navenda polîsê navçeyê hat veguhastin û derbarê sedema desteserkirina wê de jî ti znayariyek nehat dan.

Nazîme Avcî, di hilbijartinên şaredariyê de li gel Ayhan Eren wek şaredarên Hezo hatibû hilbijartin.

Lê piştî hilbijartinê Ayhan Eren derbasî AK Partiyê bûbû. Li ser vê yekê Nazîme Avci wek bertek dest ji kar berdabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst