‘Delîlên doza Tahir Elçî tên reşkirin’

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin derbarê doza Tahir Elçî de got, “Ji xebata darizandinê zêdetir, xebateke reşkirinê tê birêvebirin.” Serokê Baroya Şinexê Noşîrevan Elçî jî diyar kir tevî ku 4 sal di ser kuştina Tahir Elçî re derbas bûne jî hîn ti kes derbarê kuştinê de nayê darizandin û ev yek jî weke, “kêmasiyeke mezin bi nav kir.”

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî di 4.salvegera kuştina wî de li Amedê li ber mînareya Çarling bi beşdariya baroyên Enqere, Antalya, Bursa û Aydinê, Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) birêve çû.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin derbarê proseya doza derbarê kuştina Tahir Elçî de ji Rûdawê re ragihand ku heta niha ti pêşketinek di wê dozê de çê nebûye û tekez kir, “Di demek nêzîk de me zanî ku hinek zanyariyên di vê dosyayê de li Pîzişkiya Dadwrî hatine guhertin, hinek delîl hatine reşkirin. Xebatkarekî Pîzışkıya Dadwerî ev yek îddîa kir.”

Cîhan Aydin got ku wan li ser van îddîayan giliyên xwe tomar kirine lê got ku di wê mijarê de jî pêşketinek nîne û diyar kir, “ Dema ku me ev hemû anîn ba hev, tê dîtin ev ji xebateke dadgehkirinê zêdetir xebateke reşkirinê ye. Nîgeraniyên me hene, hêvîdar im rast dernekevin.”

Serokê Baroya Şirnexê Noşîrevan Elçî jî derbarê heman mijarê de ji Rûdawê re ragihand ku kuştina Tahir Elçî weke bûyerên kuştinê yên salên 1990î ên li Amed, Cizîr, Qoser û cihên din e û wî tekez kir ku gelek delîlên derbarê kuştina Tahir Elçî de hatine reşkirin. Destpêkê qeydên kamerayan hatin jêbirin. Mixabin tevî ku 4 sal derbas bûne ti kes derbarê kuştinê de nayê daizandin. Ev kêmasiyeke mezin e. Li ber çavê herkesê hat kuştin lê heta niha ti gavek di dosyayê de nehatine avêtin.”

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî 28ê Mijdara 2015an li ber Mînareya Çarling a Amedê dema ku konferanseke rojnamevaniyê encam dida, rastî êrişeke çekdarî hat û canê xwe ji dest da.

Tevî ku 4 sal jî bi ser kuştina Tahir Elçî de ku di heman demê de aktivîstekî mafên mirovan bû, heta niha ti kes derbarê kuştina wî de nehatine girtin an jî dadgehkirin.