Mistefa Balî: Xalên çavdêriyê ji bo parastina Tirkiyê jî pêwîst in

28-11-2018
RÛDAW
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî
Nîşan Mistefa Balî Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Xalên Çavdêriyê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî da xuyakirin ku danîna xalên çavdêriya leşkerî li ser sînor, gefên Tirkiye sînordar dike û di heman demê de ewlehiya Tirkiye û Ewropa diparêze.

 

Di daxuyaniyeke taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî eşkere kir, ku danîna wan xalên çavdêriyê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê de, xelkê deverê piştrast dike, ku tu êrîş nayên kirin û di heman demê de jî, rê li ber derbasbûna çekdarên DAIŞê digire, ku ji deverên şer direvin û hewl didin derbasî nav Tirkiyê bibin.

 

Mistefa Balî diyar kir: “Xalên çavdêriyê yên li ser sînor, helbet erkekî van xalên çavdêriyê ji bo sînordarkirina gefên Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê roleke xwe heye û hinekî dilrehetiyeke li gel civaka me jî çêdike.”

 

Balî destnîşan kir ku çekdarên DAIŞê ji deverên rizgarkirî direvin ser sînor û hewl didin ji wir derbasî Tirkiyê dibin û got: “Divê ev baş were fêmkirin, ku ev xalên çavdêriyê erkekî xwe yê sereke ew e ku li ser sînor belav bibe û çavdêriya sînor bike, ji ber ku çeteyên DAIŞê ji herêmên rizgarkirî berê xwe didin Tirkiyê û ji wir jî derbasî Ewropayê dibin. Yanî ev xalên çavdêriyê di serî de ji bo parastina Tirkiyê pêwîstiyeke xwe heye.”

 

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis ragihandibû ku li Rojavayê Kurdistanê dê çend xalên çavdêriyê werin danîn.

 

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar jî diyar kiribû ku Tirkiyê ji Amerîkayê re ragihandiye, xalên çavdêriyê yên ku dê li ser sînorê Sûriyê werin danîn, ji aliyê Tirkiyê ve weke nerênî tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst