KERKÛK – Nahêlin pirtûkên perwerdeya Kurdî bikevin bajêr

28-11-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kerkûk Pirtûk Perwerde Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûkên dibistanên Kurdî yên Kerkûkê û Xurmatû li depoyên Wezareta Perwerde ya Kurdistanê mane, tê çaverêkirin ku xalên gumrigê rê bidin ku ew pirtûk ji xwendekarên Kurd re werin gihandin.

 

Berdevkê Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê Saman Sîweylî dibêje: “Mixabin li xala gumrigê ya Kerkûkê, ne tenê nehiştine pirtûk were şandin, herwiha sivikatî jî li karmendên me kirine, piştî hewldanên Wezareta Perwerde li gel saziyên parêzgeha Kerkûkê, tenê bi wê yekê razî bûn ku baca gumrigê ji wan pirtûkan werbigrin, li ti cihekî dinyayê nehatiye dîtin ku di nav welatekî de gumrig li ser pirtûkê hebe.”

 

Hinceta xalên gumrigê ji rênedana derbasbûna pirtûkan ew e ku li ser pirtûkên perwerdeya Kurdî bihayê pirtûkê hatiye nivîsandin.

 

Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  ji Wezareta Perwerde ya Iraqê re nivîsek şandiye ku rêgirî li anîna wan pirtûkan nekin, lê heta niha ti rêyeke çaresersiyê ji bo vê pirsgirêkê nehatiye dîtin.

 

Rêveberê Beşa Xwendina Kurdî yê li Perwerdeya Kerkûkê Şêrzad Reşîd ji Rûdawê re ragihand: “Me beşeke pirtûkên xwe anî û li depoyan dabeş kir. Niha qonaxa duyem maye ku nêzîkî 16 barhilgir e û heta niha negihiştine bajarê Kerkûkê.”

 

Rêvebera Yekeya Serperiştyariya Xwendina Kurdî Perwîn Fatîh ji Rûdawê re ragihand: “Ji 56 babetan ji yekê seretayî heta şeşê seretayî tenê 27 babet gihiştine, bi taybetî babetên Îngilîzî û rahênan ku babatên sereke ne, li navendî û lîseyê jî ji 83 babetan tenê 35 babet gihiştine.”

 

Ji bo perwerdeya îsal divê 16 barhilgir pirtûk bigihîje Kerkûkê. Li gor zanyariyên Rûdawê, xalên gumrigê ji bo her tonek pirtûk 5 hezar dolar xwestine, weke gumriga kelûpel û pêwîstiyên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst