Sekreterê Yekgirtû bo navbeynkariyê çûye Tirkiyê

Duhok (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn serdana Tirkiyê kiriye, berpirsekî wê partiyê jî dibêje, yek ji armancên wê serdanê rêxweşkirina bo asayîkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqerê ye.

 

Roja Pênemiya bihorî 24-11-2017ê Selahedîn Behadîn tevî endamê ofîsa cîbicîkirinê ya Yekgirtûya Îslamî Dr Omer Mihemed bi rêya deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl gihîşt Tirkiyê.

 

Tevî derbasbûna çend rojan bi ser serdana Selahedîn Behadîn bo Tirkiyê, medyaya Yekgirtûya Îslamî ti nûçeyek li ser wê serdanê belav nekiriye.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, serdana Sekreterê Giştî yê yekgirtûyê bo Tirkiyê bi armanca beşdarîkriina di kongreya Partiya Saadet de bûye, ku partiyeke îslamî ya Tirkiyê ye û ji aliyê serokwezîrê berê yê Tirkiyê Necmedîn Erbekan ve hatiye damezrandin. Lê belê berpirsekî Yekgirtûyê dibêje: “Mamosta Selahedîn di heyama wan 3 rojan de hevdîtin bi çend rayedarên  Partiya Dad û Geşepêdanê re encam daye.”

 

Endamê Ofîsa Cîbicîkirinê ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Xazî Seîd ku agahdarê serdana şanda partiya xwe bo Tirkiyê ye, derbarê armanca serdanê de ji Rûdawê re axivî û got: “Yek ji armancên sereke yên serdana Sekreterê Gişît yê Yekgirtûyê, asayîkirina pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê ye, bi taybetî rêxweşkirine bo serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda hikûmetê bo Tirkiyê, ji bo bidawîkirina wan aloziyên ku piştî referandumê di navbera her du aliyan de çê bûn.”

 

Berî referanduma serxwebûnê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gelek germ bûn, bi qasekê ku di serdanên herî dawî yên serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Tirkiyê ala Kurdistanê di protokola pêşwaziyê de didanî. Heta hinek ji şirovekaran li ser wê baweriyê bûn, aliyê ku rê xweş kir, daku Herêma Kurdistaê referandumê bike, Tirkiye bû, dema ku rê da Herêma Kurdistanê ku di rêya wî welatî re petrola xwe bifiroşe.

 

Lê belê piştî referandumê, meha hingivînî ya navbera Kurdistanê û Tirkiyê bi dawî hat. Berpirsên Tirkiyê û di serî de jî serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê wî welatî Binali Yildirim êrişên tund kirine ser rayedarên Herêma Kurdistanê.

 

Pêştir Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Huşyar Sîweylî ji Rûdawê re gotibû: “Hewl berdewamin ji bo asayîkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û Îranê, lê belê hêj ti encamek derneketiye.”

 

Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ku li gel piraniya partiyên îslamî yên navçeyê heye, bi taybet jî yên ku hizirkirina wan ji Îxwan Muslimîn ve nêzîk e, herwiha bi salan e ku Yekgirtû li gel partiyên îslamî yên Tirkiyê û ji wan jî Partiya Dad û Geşepêdanê pêwendî heye.

 

Endamê Ofîsa Cîbicîkirinê ya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Xazî Seîd dibêje: “Şanda Yekgirtûyê di heyama wan 3 rojên serdana xwe de, çend berpirsên bilind ên Tirkiyê dîtine û biryar wiha ye ku 3 rojên din jî li Tirkiyê bimînin. Tê çaverêkirin ku hevdîtinê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re jî pêk bînin.”

 

Li gorî wî berpirsê Yekgirtû, referanduma 25ê Îlonê û encamên wê mijara sereke ya civînên şanda Yekgirtû li gel berpirsên partiyan û hikûmeta Tirkiyê dibe.

 

Xazî Seîd herwiha tekez dike: “Yekgirtû dê ji wan re bibêje ku encamên referandumê ti metirsiyekê bo ser Tirkiyê çê nake, herwiha peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî digihîne Tirkiyê ku Hewlêr dixwaze pêwendiyên xwe li gel Tirkiyê weke caran asayî bike.”