Serokekî din ji bo Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hate diyarkirin

28-11-2017
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Encûmen Kurd Tirkmen Ereb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiya û di civînê de endamê herî temen mezin li cihê Rêbwar Talebanî ji bo serpereştiya civînên Encûmena Parêzgehê hate diyar kirin.

 

Endamê Fraksiyona YNKê li Civata Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ji Rûdawê re ragihand, ku di civîna roja îro Sêşemê 28-11-2017 ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de 21 endam amade bûn. Di civînê de biryar hate dayîn, ku kesê herî bi temen ê endamê encûmenê serpereştiya civînanbike.

 

Ehmed Eskerî got: “Heta serok û cîgirên serokê encûmena parêzgehê werin hilbijartin, karûbarên encûmenê dê ji aliyê Cemal Mewlûd ve werin birêvebirin, ku ew kesê herî bi temen ê endamê encûmenê ye.”

 

Bi gotina Ehmed Eskerî ji vir û pêve dê her sêşemekê encûmen civînên xwe yên asayî bike û got: “Civîna îro 45 xulekan ajot, nûnerên pêkhateyên kurd, tirkmen û ereb jî têde amade bûn.”

 

Cemal Mewlûd endamê fraksiyona YNKê yê Lîsteya Biratiyê ya Kerkûkê ye û hevdem serokê lîjneya darayî ya encûmenê ye.

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, ev duyemîn civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ye. Lê heta niha jî Serokê Encûmenê Rêbwar Talebanî, li gel hejmareke endamên Lîsteya Biratî ya Kurdan ne amade ne vegerin Kerkûkê. Hinceta wan ew e, ku ewlekariya Kerkûkê ne parastî ye û di wê baweriyê de ne, ku hêzeke ne yasayî dest daniye ser Kerkûkê û bajêr dagir kiriye.

 

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji 41 endaman pêk tê û Lîsteya Biratî û Bi Hevre Jiyanê ya aliyên Kurdî jî xwediyê 26 endaman e. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst