AMED – Cerdevan rastî êrişê hatin: Kuştî û birîndar hene

28-11-2016
RÛDAW
Nîşan Amed. Farqîn Cerdevan
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li navçeya Farqîn a Amedê êrişî cerdevanan hat kirin û di encamê de cerdevanek hat kuştin.

 

Îşev derdora saet 20:40 li Taxa Çardak a navçeya Farqînê ya girêdayî parêzgeha Amedê, cerdevan rastî êrişeke çekdarî hatin.

 

Li gorî agahiyan, êriş di demekê de pêk hat, ku cerdevan mijûlî guhertina nobetê bûn.

 

Hat ragihandin, ku di encama êrişê de 3 cerdevan birîndar bûn, ku birîna yek ji wan bi anvê Abdulkadir Bekler giran bûye û di rêya veguhastina bo nexweşxaneyê de, jiyana xwe ji dest daye.

 

Her du cerdevanên din ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletî ya Farqînê hatin veguhastin.

 

Piştî bûyerê, hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li Taxa Çardak a Farqînê belav bûn û dest bi operasyoneke lêgerîn û pişkinînê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst