Hewlêr (Rûdaw) – Dihat hêvîkirin piştî êrişên rêxistina DAIŞê partiyên siyasî yên Kurdan dê nêzîk hev bibin û yekîtiya xwe xurt bikin, lê kirîza serokatiyê derket holê.
100emîn salvegera peymana Sykes-Picotê ya Kurdistan kirî 4 parçe piştî 6 mehên din tê. Ji aliyê din ve nakokîyên di navbera partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de didomin. Herwiha şerê kurdan ên li dijî DAIŞê û milîsên şîe jî yekîtiya kurdan xurt nekir.
Nûnerên 5 partiyên siyasî yên di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji Rûdawê re rojev nirxandin.
PDK: Em amadene lihev aliyên din bikin
Berpirsê Pêwedniyên Kurdistanî û NIştîmanî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ehmed Kanî anî ziman bi tenê ne rêxistina DAIŞê ji bo Kurdan metirsiye çend hêzên din jî hene û wiha got: “Dema me behsa vê yekê dikir ku ji me re digotin hûn dixwazin kêmasiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê veşirin. Lê hat dîtin ku gefen ji DAIŞê mezintir hene. Ji ber vê yekê jî divê em dengê xwe bikin yek û yekîtiya xwe xurt bikin.”
Ehmed Kanî amaje kir ku, herdu hêzên serke yên Herêma Kurdistanê PDK û Yekîtiya Niştimaniyî ya Kurdistanê (YNK) divê li hev bin û piştre partiyên din jî beşdarî wê hevkirine bibin.
Goran: Herêma Kurdistanê di bin gefan de ye
Kêşeyên di navbera Goran û PDKê de rûdayîn hêj didomin.
Goran jî wek PDKê dibêje gefên mezin ser Herêma Kurdistanê hene.
Berpirsê Goranê Kardo Mihemed diyar kir li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên aborî, siyasî hene û ji ber vê yekê pêwîst e partiyên siyasî ji bo reforman dest bi hevdîtinan bikin.
YNK: Pêwîstî bi hevdîtinên cidî hene
Endamê Konseya Serokatiya YNKê Raber Seyîd Îbrahîm wiha got: “Divê em azmûna eniya Kurdistanê werbigirin. Heger me berê ev enî damezrandiba ev nakokiyên navxweyî niha dernediketin. Hat dîtin ku Kurdan bihev re serkeftinên mezin bidest xistin. Pirsgirêkên me yên wek DAIŞ, Bexda û aborî hene. Ji ber vê yekê divê em bibin yek.”
Raber Seyîd Îbrahîm ragihand, ew dixwazin pirsgirêkên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê were çareserkirin û got, ji bo hikûmeta qeyrana aborî çareser bike pêwîstî bi hevdîtina aliyên siyasî hene.
Yekgirtû hişyarî da
Endamê Polîtburoya Partiya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistnaê (Yekgirtû) Mistefa Ebdullah diyar kir ew ji bo rewşa Kurdistanê ya niha gelekî dilgiranin û wiha got:
“Paşeroja Herêma Kurdistanê di metirsiyê de ye. Divê em ji bo çareseriya pirsgirêkan hewl bidin. Em ji bo çareserkirina pirsa di navbera partiyên siyasî de hewl didin. 100emîn salvegera Peymana Sykes-Picotê nêzîk bû. Divê em wek netew zêdetir nêzîk hev bibin.
Kurdan li hemeberî terorîstan gelek pêşmerge şehîd dan. Heger em nakokiyên xwe çareser nekin em dê ji şerê niha li Rojhilata Navîn wek netewa herî bê qezenc derbikevin. ”
Komela: Pirsgirêk mezin dibin
Berpirsê Peywendiyên Partiya Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komela) Selîm Koyî wiha got: “Dewletên xwedî hêz û dostên me niha me nakin yek. Divê em pirsgirêkên xwe çareser bikin û mezlûmiya bighînin tevahiya cîhane. Lê qeyranên siyasî bû sedema mezinbûna pirsgirêkên me.”
Selîm Koyî anî ziman Başûrê Kurdistanê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê bûye hêvî, lê ji ber berjewendiyên partiyên siyasî paşeroja Herêma Kurdistanê di metirsiyê de ye.
Peymana Sykes-Picot (1916)
Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de (1914-18) împaratoriyên Brîtanya, Frensa û Rûsyayê, bi yên Almanya, Awisturya-Macaristan û Osmaniyan re ketin şerê dagirkeriyê. Mebest bi giranî li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqayê parvekirina erdên Osmaniyan (Tirkan) bû.
Gulana 1916ê dîplomatên îngilîz Sir Mark Sykes û yê frensî François Georges Picot “Peymana Sykes-Picot” girê dan. Ew peyman wek çavkaniya hemû bêoxiriyan tê qebûlkirin.
Sir Mark Sykes û François Georges Picot herêm parve kirin. Rûsya jî para xwe dixwaze, lê ji ber Şoreşa Lenîn (1917) li derveyî talanê dimîne.
Tevî peymanê jî, Îngilîz û Frensî hev dixapandin. Mezopotamya (hêj navê Iraqê tine ye) û Levant (Sûriye, Libnan Urdun, Îsraîl) para Frensayê ne. Lê Îngilîz Şam, Bexda, Quds, Tengava Sûveyş û Kendava Ereban di destê xwe de digirin.
Clemenceau (serokwezîrê Frensayê) û Lloyd George (yê Brîtanyayê), bi peymaneke nû (01.12.1918) dabeşkirinê kûrtir kirin. Gava dawî ya statûkoya Rojhilata Navîn, Konferansa Qahîreyê bû (1921). Konferansa di bin serokatiya Winston Churchill de Kurd ji her tiştî bêpar hiştin, piştgirî da Ereban/Haşîmiyan û deriyê karesata heya îro vekir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse