Şofêrên jin: Şofêrên zilam henekên xwe bi şofêrtiya me dikin!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 132 hezar jin mohleta wan ya şofêrtiyê (ehliyet) heye, Silêmanî jî di rêza yekemîn de ye. Şofêrên jin dibêjin, zilam henekên xwe bi şofêrtiya me dikin û me dêşînin. 

Jin heta ji dest tê naxwaze di jiyanê de li pey zilam bimîne û xwe tevlî tevahiya warên jiyanê dike. Yek ji wan waran jî şofêrtî û ajotina otomobîlan e.

Li Başûrê Kurdistanê, her çiqas civak bi temamî vekirî nebe jî lê şofêrtî û ajotina otomobîlan ji aliyê jinan ve roj bi roj pêş dikeve.

Li gorî amar û agahiyên fermî, li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 132 hezar şofêrên jin hene: Li Silêmaniyê 73 hezar û 355, li Hewlêrê 39 hezar û 482 û li Dihokê jî nêzîkî 20 hezar şofêrên jin hene.

Jina bi navê Şilêr, ku li Hewlêrê dijî, 9 sal in şofêrtiyê dike lê gazindan li şofêrên zilam dike û dibêje, şofêrên zilam henekên xwe bi şofêrtiya me dikin û me ditirsînin, me dêşînin…

Hêceta şofêrên zilam ji bo wê yekê ew e dema rê û kolan qerebalix dibe, şofêrên jin niznanin otomobîlê bajon…

Gellek caran şofêrên jin rastî arîşeyên teknîkî û xirabiya otomobîlê dibin. Hinek ji wan dikarin kêşeya xwe çareser bikin lê hinek jî nikarin…