PDKê soz da êzîdiyan lê bicîh nehanî

 

Dihok (Rûdaw) – Yek ji namzedên serkeftî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kesayetiyê êzîdî yê bi navê Şêx Şamo bû ku li ser lîsteya PDKê dengên pêwîst bo endamtiya parlamentoyê bidest anîbû. Lê paşê namzedeke jin ket şûna wî û ev jî bû sedema nerazîbûna êzîdiyan lewma PDKê neçar ma dîsa soza wê bide Şamo derbasî parlamentoyê bike.

Ligel ku berpirsên PDKê soz dabûn êzîdiyan ku Şêx Şamo derbasî Parlamentoya Kurdistanê bikin, lê di civîna yekem a parlamentoyê de ku roja 6ê Mijdara 2013an de hat lidarxistin, Şamo beşdar nebû.

Şêx Şamo di hilbijartinên roja 21ê Îlonê yên Parlamentoya Kurdistanê 9 hezar û 401 deng bidest anîbû û dengên wî têra wê dikir ku derbasî parlamentoyê bibe lê ji ber sîstema kotayê, jinek ket şûna wî.

Şamo ji Rûdawê re got ku hemû gelê Kurdistanê dizane ku ew di hilbijartinan de serkeftî bûye û wiha got: “Navê min di medyayê de hat ragihandin û xelkê pîrozbahî li min kir. Lê piştî wê bûyerê êzîdî gellekî hêrs bûn û xwepêşandan kirin. Lê ez hêvîdar im ku herim parlamentoyê û bibin nûnerê kurdên êzîdî.”

Niha Şêx Şamo û êzîdî hêviya xwe bi destjikarberdana yek ji namzedên PDKê ve girêdane ew jî Serokê Lîsteya PDKê ya hilbijartinan Cemal Mortke ye. Eger Mortke dest ji kar berde wê çaxê Şamo dê şûna wî here paralmentoyê.

Şêx Şamo her wiha anî ziman ku di civîna endamên parlamentoyê yên PDKê de Sekreterê PDKê Fazil Mîranî û hinek endamên din ên serkirdetiya partiyê li ser vê mijarê gotûbêj kirine û wiha axivî: “Ji ber wê jî ez êzîdiyan dilgerm dikim ku ezê herim parlamentoyê.”

Şamo ku di heman demê endamê encumena bilind a Laleşê ye jî, gazinde ji kabîneyên berê yên hikûmetê dike û dibêje, di kabîneyên berê de êzîdî hatibûn jibîrkirin û wiha tîne ziman: “Ji ber wê jî niha êzîdî li hember hikûmetê sar in, ji ber ku zêde girîngiyê nade êzîdiyan. Ti êzîdiyek nebûye rêveber yan jî berpirsekî pilebilind.”

Ew deverên k êzîdî lê dijîn, piranî girêdayî Mûsilê ne lê hinek deverên mîna Şariya, Baedrê girêdayî Dihokê ne. namzedên PDK û YNKê yên êzîdî hebûn lê nekarîn derbasî parlamentoyê bibin. Di xula borî ya parlamentoyê de jî tenê parlamenterekî êzîdî hebû ew jî Hazim Mîr Tehsîn bû.

Yek ji kadroyên kevin ên YNKê Xeyrî Şingalî, ku beriya niha berpirsê karûbarên êzîdiyan bû, diyar kir ku rolek baş di hikûmetê de nedane êzîdiyan û wiha got: “Rast e di kabîneyên berê de wezareta karûbarên êzîdiyan dabûn êzîdiyan lê tenê navê wê hebû ji ber ku ti hêzeke wê wezaretê nebû. Min çend salan rêveberê giştî bû lê kursiyek nebû li ser rûnêm.”

Li gorî Xeyrî Şingalî, rêjeya êzîdiyên Kurdistanê 12% û hejmara wan li Iraq û Herêma Kurdistanê 550 hezar kes in.

Şingalî gazinde li hikûmetê kir û anî ziman ku heta niha xizmetek baş bo deverên êzîdî nehatiye kirin, mînak; li devera Şingalê zanîngeh nîne ji ber wê jî divê nûnerên êzîdiyan hertim li parlamentoyê hebin. Şingalî daxwaza rêjeya kota bo êzîdiyan kir.

Rojnamevanê êzîdî Xidir Dumilî jî rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku hikûmetê êzîdiyan wek kêmîne dibîne lewma tiştekî zêde bo êzîdiyan nehatiye kirin.

Dumilî daxwaz ji hikûmeta nû kir ku van kêmasiyan sererast bike.