Li Rihayê qeza: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê 4 wesayît li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li herêma Akabeyê ya Rihayê di qezaya trafîkê ya ku li dû hev pêk hat de 4 wesayît li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs çûn cihê qezayê.

Di qezayê de 7 kes birîndar bûn û bi alîkariya ekîbên agirkujê ji wesayîtan hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.

Ji ber qezayê hatin û çûyîna li herêmê qasî demekê hat ragirtin.