Nêçîrvan Barzanî û balyoza nû ya Spanyayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyoza nû ya Spanyayê ya Îraqê Alicia Perez del Pulgar pêşwazî kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî bi Alicia Rico Perez del Pulgarê re civiya.

Nêçîrvan Barzanî destbikarbûna wê ya wekî balyoza nû ya Spanyayê ya Îraqê pîroz kir û hemû piştgiriya xwe ji bo serkeftina wê anî ziman.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de tekez kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe bi Spanyayê re bihêztir bike.

Alicia Rico Perez del Pulgarê jî kêfxweşiya xwe li hemberî destbikarbûna xwe anî ziman.

Alicia Rico Perez del Pulgarê her wiha tekez kir ku welatê wê girîngiyê dide bihêzkirina pêwendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re.

Alicia Rico Perez del Pulgarê eşkere kir ku ew dê ji bo berfirehkirina pêwendiyan di hemû waran de, bi taybetî di warên ku ji bo her du aliyan girîng in kar bike.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encamên wan, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên rewşa Rojhilata Navîn û gef û metirsiyên wê li ser aştî û aramiya herêmê çend mijarên din ên civînê bûn.