Roja Hîwa Cemal - Derfeteke dîrokî li pêşiya Kurdan e
Hewlêr (Rûdaw) - Fokusa bernameya Roja Hîwa Cemal li ser dabeşkirina xaniyên komî bû.
Birêvebirê Giştî yê Wezareta Avadankirinê Tiwana Beşîr diyar kir ku 500 xaniyên komî hatine hazirkirin û dê bi ser xelkê de werin dabeşkirin.
Li gorî gotina wî berpirsî di dema belavkirin ango dabeşkirina xaniyên de dê rewşa malbatên hejar û dahatên wan kêm û malbatên qerebalix, malbatên rewşa jiyanê wan xerab li ber çavan were girtin.
Di beşeke bernameyê de lêkolînerê Kurd ku li Ukraynayê xwendekarê doktorayê ye behsa rewşa pêşhatên li Rojhilata Navîn kir.
Xwendekarê Kurd, her wiha behsa guherîna nexşeya Rojhilata Navîn û derfetên li pêşiya Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kir.
Çareserkirina pirsgirêka mûçeyên karmendan
Şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên lîsteya mûçeyên meha Çiriya Pêşîn çû Bexdayê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, şandeya Herêma Kurdistanê dê lîsteya mûçeyên meha Çiriya Pêşîn bi xwe re bibe.
Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê navê milyonek û 255 karmendên mûçegir li ser kaxezê bigihîne Bexdayê.
Heger hûn navên karmendan li ser kaxeza A4ê çap bikin, di rûpelekê de nêzîkî 30 heta 40 nav cih bigirin.
Ev tê vê wateyê ku ji bo çapkirina tevahiya hejmara karmendên mûçegir dê 41 hezar û 833 rûpel hewce bike.
Giraniya her rûpeleke A4ê di navbera 4 û 10 gram e.
Li ser Hesabê Min û Tewtînê ravekirina darayî ya Îraqê
Alîkarê Wezîrê Darayî yê Îraqê Mesûd Heyder ragihand ku dayîna mûçeyan tenê bi rêya Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê pêk were.
Mesûd Heyder da zanîn ku Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî ya Îraqê li ser ve mijarê hevahengî kirine.
Mesûd Heyder îro serê sibehê li ser pêvajoya dayîna mûçeyên mûçegirên Herêma Kurdistanê û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî gotina Mesûd Heyder, Hesabê Min û Tewtîn her du jî dibin bankên meaş, çi di sektora giştî de, çi di sektora taybet de, çi di bankên giştî û yên taybet de ew dê bibin bankayên meaş.
Mesûd Heyder di daxuyaniya xwe de madeya 117 û 121 ya Destûra Îraqê wekî belge nîşan dide.
Li gorî Mesûd Heyder, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsê Herêma Kurdistanê ye û ji bilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti dezgeheke federal nikare rasterast bi birêvebirina xelkê yan jî mûçeyên karmendan re mijûl bibe.
Mesûd Heyder diyar dike ku Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê mûçe û mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê ji xistiye bin garantiyê.
Mesûd Heyder da zanên ku Dadgeha Federal Hikûmeta Federal a Îraqê neçar kiriye ku wekî hemû saziyên din ên Îraqê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê jî bide.
Serokê Dadgeha Federalî jî diyar kiriye ku mûçeyê karmendên herêmê dikare bi bankeyê rêya (Hesabê Min, Tewtîn yan her navekî din) li her bankek ku ji alîyê Banka Navendî ya Îraqê ve hatiye naskirin bê dayîn.
Mesûd Heyder her wiha di berdewmiyê de wiha got:
“Pêngava Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bankayîkirina mûçeyan di xizmeta mûçegir û karmendan û aboriya Herêma Kurdistanê de ye û cîbicîkirina biryara Dadgeha Federalî ye.
Mesûd Heyder di berdewamiya axaftina xwe de bangî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî kir û da zanîn ku divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê vê pirsê ji bo nakokiyên siyasî bi kar nîn.
Mesûd Heyder tekez jî kir ku aliyên siyasî divê bi vê pirsgirêkê aliyên siyasî bi hestên mûçegiran jî nelîzîn.
Poşmaniya boykotkirina parlamentoyê ya Komeleya Dadgeriyê
Li gorî zanyariyên Roja Hîwa Cemal çend alî ji bo pêdaçûnê li ser biryara boykotkirina parlamentoyê û beşdariya di parlamentoyê de bi Serokê Komeleya Dadgeriya Kurdistanê Elî Bapîr di pêwendiyê de ne.
Li gorî agahiyan, di nav serkirdayetiya Komeleya Dadgeriyê de hin alî hene ku ji boykotê zêdetir çûna parlamentoyê tercîh dikin.
Li gorî hin aliyan xelkê deng dengê xwe daye namzedên wan ên parlamenteriyê dengê xwe nedane serkirdeyan.
Hin alî jî li gel wê yekê ne parlamentoyê boykot bikin.
Li gorî zanyariyên Roja Hîwa Cemal, Lahur Şêx Cengî û Elî Bapîr roja şemiyê li ser çûna parlamentoyê gotûbêjek kirine.
Serokê Eniya Gel Lahur Şêx cengî ji Elî Bapîr xwestiye ku parlamentoyê boykot neke.
Hevdem Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Mihemed Behaedîn jî bi Elî Bapîr re di pêwendiye de ye da ku ji biryara boykota Parlamentoya Kurdistanê vekişe.
Komeleya Dadgêriya Kurdistanê ragihandibû ku di hilbijartinên parlementoyê de wê 3 parlementeran bi dest xistine.
Komeleya Dadgêriyê li gel çend aliyên din ên siyasî diyar kiribû ku ew ji sedî 100 di wê baweriyê de ne ku di vê hilbijartinê de gelek sextekarî hatiye kirin.
Komeleya Dadgêriya Kurdistanê bi hinceta “sextekariyê” biryar da ku parlamenterên wê tevlî Parlamentoya Herêma Kurdistanê nebin.
Wezareta Avadankrinê: 500 xaniyên komî li ber qedandinê ne
Wezareta Avadankirinê diyar kir ku wan ji bo dabeşkirina xaniyan komî li kirêdaran gavên pratîkî avêtine. Di vê çarçoveyê de tabloya xaniyên komî hat belavkirin.
Li gorî plansaziyê dê 8 hezar û 832 xanî bên belavkirin lê 23 hezar û 922 kesan serlêdana xaniyan komî kirine.
Ji kesên serlêdan kirine 7 hezar û 555 karmend in. 15 hezar û 605 serlêdan betal bûne û xwediyê 762 serlêdanan jî bêkar in.
Rêvebirê Giştî yê Wezareta Avakirinê Tiwana Beşîr li Bernameya Roja Hîwa Cemal ragihand ku ew xanî hatine amadekirin û dê li ser deverên cuda cuda werin dabeşkirin.
Tiwana Beşîr di berdewamiyê jî de wiha got:
“Ji bo her parêzgehekê nexşe hatiye veqetandin, wekî nimûne, Şeqlawa û Pîrmam di yek pakêt projeyê de cih girtine.”
Li parêzgeha Hewlêrê hezar û 340 xaniyên komî dê bên dabeşkirin lê 8 hezar û 704 kesan serlêdan kirine.
Li Silêmaniyê 4 hezar û 100 xanî dê bên belavkirin lê 12 hezar û 171 kesan serlêdan kiriye.
Li Dihokê 2 hezar û 116 xaniyên komî dê bên belavkirin lê 2 hezar û 705 kesan serlêdan kiriye.
Li parêzgeha Helebce jî dê 192 xaniyên komî bên dabeşkirin lê 359 kesan serlêdan kiriye.
Li Germiyanê 385 xaniyên komî dê bên belavkirin lê hezar û 380 kesan serlêdan kiriye.
Li Rêveberiya Raperînê dê 324 xaniyên komî bên belavkirin lê 527 kes dixwazin xaniyên bistînin.
Her wiha li Zaxoyê dê 324 xaniyên komî bên belavkirin lê 499 kesan ji bo wergirtina serlêdan kiriye.
Li Soranê 360 xanî dê bên belavkirin lê 547 kesan serlêdan kiriye.
Tiwana Beşîr her wiha da zanîn ku niha nêzîkî 500 xaniyên komî li ber qedandinê ne û eşkere kir ku ew niha nikarin diyar bikin ku bê ka dê xaniyên din kengî xilas bibin.
Tiwana Beşîr diyar kir ku li hemû deverên Kurdistanê ji bo amadekirina xaniyên komî xebatên wan berdewam dikin.
Li gorî gotina Tiwana Beşîr ji ber ku Mexmûrê ji aliyê îdarî ne girêdayî Herêma Kurdistanê ye ew nikarin li wir dest bi xebatên duristkirina xaniyên komî bikin.
Îran: Haya me ji êrişa Îsraîlê hebû
Beşek din a bernameya li ser aloziyên Rojhilata Navîn û êrîşên Îsraîl û Îranê bû.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî da zanîn ku beriya Îsraîl êrîşî Îranê bike wan sînyala êrişê wergirtiye.
Ebas Eraqçî rojnamevanan re eşkere kir ku wan sînyalek wergirtiye ku Îsraîl dê êrîşî Îranê dike lê Ebas Eraqçî diyar nekir ku wan çawa sînyal wergirtiye.
Ebas Eraqçî amaje bi wê yekê kir ku wan tedbîr girtibûn û bi fermandarên leşkerî yên welêt re di pêwendiyê de bûn.
Eraqçî diyar kir ku di wê maweyê de gelek name çûnûhatin lê li ser nameyan ti hûrgiliyên zêdetir neda.
Îsraîlê serê sibeha şemiyê baregehên leşkerî yên Îranê yên li parêzgehên Tehran, Îlam û Xuzistanê bombebaran kir.
Ji ber bombebaranê 4 leşkerên Îranê hatibûn kuştin.
Heval Mamer: Kurd li ber firsendeke girîng a dîrokî ne
Lêkolînerê Kurd Heval Mamer di warê birêvebirin û siyaseta aborî ya navneteweyî de li Ukraynayê doktorayê dixwîne.
Heval Mamer behsa guhertinên li Rojhilata Navîn û Pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê kir.
Li gorî Heval Mamer, derfetek mezin ji bo Kurdên Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye ku di van 100 salên borî de nehatibû dîtin.
Heval Mamer da zanîn ku Amerîka û Îsraîl ku li hinek deverên Rojhilata Navîn hevpeymaniyên wan ên bihêz hebûn.
Li gorî lêkolîner Heval Mamer, niha e ji ber bihêzbûna hevpeymaniya BRICS û rola Çîn û Rûsyayê ew hevpeyman kêm dibin.
Heval Mamer di wê baweriyê de ye ku rewşa niha ya Rojhilata Navîn derfet ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê jî çêkiriye û wiha axivî:
"Tirkiyê hest kiriye ku sala bê dê nexşeya Rojhilata Navîn biguhere û Peymana Lozanê 100 sal temam kir.
Tirkiye dê Pirsgirêka Kurd çareser bike û bi herî kêm zererê ji van guhertinan derkeve."
"Tişta ku li Tirkiyeyê derbarê pêvajoya aştiyê de tê nîqaşkirin, mijareke cidî ye.
Wisa xuya dike ku ji Tirkiyeyê re hatiye diyarkirin ku dê di demeke nêz de dewleta Kurdistanê ava bibe.
Tirkiye dizane ku Başûrê Kurdistanê xwedî siyaseteke dîrokî ye û ber bi guhertinê ve diçe.
Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê wê bibin yek û dewleta Kurdistanê di nava du herêman de ava bibe.”
Bernameya Roja Hîwa Cemal
Bernameyeke 40 deqeyî ye her sibe saet di 08:0an de zindî tê weşandin. Mijarên bernameyê pir girîng in.
Di çarçoveya bernameyê de, temaşevan dê zanyarî û rojeva Kurdistan, navçe û cîhanê bizanibe.
Hîwa Cemal her serê sibê rastî û nerastiya zanyariyên ku di nav xelkê de belav bûne eşkere dike.